Pirtûka nameyên Mam Celal li Salona Kurdistanî Nwê hat nasandin
Cilda 2`emîn ya nameyên di navbera rewanşad serok Mam Celal û Dr. Mihemed Sabir û rêxistinên YNK`ê li Ewropayê bi navê (Çireya Rêya Xebatê) hat belav kirin.
Îro roja şemiyê 8/2/2025ê li hola `Salona Kurdistanî Nwê`, korbendek ji bo nasandin û çapkirina pirtûka (Çireya Rêya Xebatê) ku beşeke ji nameyên di navbera rewanşad serok Mam Celal û Dr. Mihemed Sabir û Komîteya Ewropayê ya YNK`ê de hatine alogor kirin birêve çû.
Pirtûk cildê duyemîne ji nameyên navbera rewanşad Mam Celal û Dr. Balyoz Mihemed Sabir de ne û ji aliyê rêzdar (Cemal Lolo) ve hatine berhevkirin û amadekirin.
Di pêşgotina pirtûkê de Dr. Mihemed Sabir dibêje: Beşek biçûk ji wan nameyên ku min belav kirine, têkoşîna YNKê û şoreşa wê ya nû nîşan dide ku weku belgeyên dîrokî ne û rewanşad Mam Celal bi destê xwe nivîsîne.
Pirtûka (Çireya Rêya Xebatê) li Silêmaniyê 500 dane hatine çap û belav kirin.






XELAT
