Qazaxîstan: Navendeke Komela Kurdan li Cambûlê hat vekirin
Roja 20ê cotmehê 2024an li Komara Qazaxîstanê Bajarê Tarazê bi resimî Avahîya Komela Berbang a Kurdên Tarazê hate vekirin.
Serokê Şewira Reveberîya Komela Berbang a kurdên Qazaxîstanê (Refîkê Yaqûb Mîrzoyêv) li ser rûpela xwe ya facebookê weha nivîsiye; "Li roja îroyîn li bajarê Tarazê û Herêma Cambûlê bi hejimara resmî nêzikî 15 hezar kurd jîyana xwe berdewam dikin."
Mîrzoyêv diyar jî kiriye ku, Komela Berbang a Kurdên Herêma Cambûlê di sala 1993an hatîye ava kirinê. Û gelek rewşenbîr, xwendewan, karmend ji vê herêmê derketinê. Mesela em bêjin Bedirê Mûsa Silêmanov ji dawîya salên 1980î hetanî van salan ji bona pêşdaçûyîna gelê xwe gelek karên civakî kirîyê û çend sala jî Serokê Komela Kurdên Qazaxîstanê bûye.
Mîrzoyêv aniye ziman jî ku, Di despêka merasîma vekirina avahiyê de Serokê Rêxistinên Kurdê Cambûlê Sebirî Silêmanov û Sertîf Alîyêv gelê kurd bi vekirina Avahîya mala kurdan pîroz kirin. Piştî wanra Serokatî û endamên Komela Berbang Kurdên Qazaxîstanê axivîn. Min textê nivîsarê pêşkêşî mala kurdan kir. Bira ciwanên me nivîsara zimanê kurdî hîm bibin. Bira qelema wan bibe qelema qencîyê.
Usa jî ji alîyê Serokatîya Berbangê pirtûk û kovarên mamosteyê rehmetî professor Kinyazê Îbrahîm pêşkêşî Komela Herêma Cambûlê kirin.
XELAT