Serokê Êranê Bi Serdaneke Fermî Gihîşte Silêmaniyê

Serokê Êranê Bi Serdaneke Fermî Gihîşte Silêmaniyê

Îro roja pêncşemê 12/9/2024`an Serokkomarê Êranê (Mesûd Pizîşkiyan) sardana Herêma Kurdistanê kir û li Hewlêrê li gel serokê herêmê û serokatiya hikûmetê û serokê PDKê civiya û dûvre jî berê xwe da bajarê Silêmanî û ji aliyê Serokê YNK`ê (Bafil Celal Talebanî) ve hat pêşwazî kirin.

Di wê dîdarê de ku Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bû, derbarê rewşa giştî li Êraq û li Herêma Kurdistanê û navçeyê hat gotûbêjkirin.

Li gorî çavdêran ku ev sardana serokê Êranê bo Herêma Kurdistanê ku Hewlêr û Silêmaniyê li xwe girt, pêngaveke dîrokî bû ji bo rewabûna doza gelê kurd û Kurdistanê.

Mesûd Pizîşkiyan dostê kevin û dêrîn yê rewanşad Serok Mam Celal Talebanî bû, di ev serdana xwe çû serdana mezarê rewanşad Serok Mam Calal.  Mesûd Pizişkiyan, serokomarê Êranê li ser mezarê Rewanşad Mam Celal di deftera bîreweriyan de ev peyam nivîsî; (Em rêzê li fîdekarî û mezinahiya Serok Mam Celal digrin.) û piştre berê xwe da Dabeşan û civîna lûtkeyê di navbera Serokê YNK`ê (Bafil Celal Talebanî) û şanda bilind a YNK`ê û Serokê Êranê (Mesûd Pizîşkiyan) û şanda bilind a Êranê birêveçû.

Hêjayî gotinê ye ku, darêjerê peywendiyên di navbera Êraqê û Êranê de û navbera Herêma Kurdistanê û wî welatî de rewanşad Serok Mam Celal bûye. 

Xelat