Hêlan: Dixwazim bi hunera xwe xizmeta gencên bajarê Zaxo bikim
Hêlan Meruf keça destrengîn ya Behdînan bi rêya (NSÊ- Medya) behsa ezmûna xwe ya hunerî dike.
Hêlan Meruf dibêje: Yekemîn car di sala 2017`an de min dest bi karê şêwekariyê kiriye û eve jî vedigere bo handana bavê min, çûnkî ji zaroktiyê ve min daxwaz ji bavê xwe kiribû ku wêneyekî balkêş xêz bike û ew jî xewna min bû daku bibim bi şêwekar.
Hêlan amaje bi wê yekê jî dike ku wê beşdarî di şeş pêşangehên şêwekariyê de kiriye û di hemuyan de tabloyên wê hatine nimayîş kirinê.
Hêlan vê jî dibêje; di karê hunerê de astengî ji bo keçan peydan dibin her weha di destpêka karê min de jî astengî hebûn, lê belê bi alîkariya malbata xwe min karî van astengiyan derbaz bikim, her min hemû şiyanên xwe ji bo hunerê xistiye tevgerê.
Hêlan got jî: Gelek başe eger keç di rojên xwe yên bêhnvedanê de behreyên xwe bi pêşve bibin, daku astê huner û rewşenbîriya xwe bilindtir bikin, bêgoman planên min jî di pêşerojê de hene ku ez xwe bighînim astekî bilintir di hunera şêwekarî de, wek şêwekarên navdar yên cîhanê ta ez bişêm di vê rêkê xizmeta gencên bajêrê xwe (ZAXO) bikim.
Hêlan diyar jî dike û dibêje: Ez weku keçeke şêwekar spasiya (NSÊ- Medya) dikim çûnkî giringiyek zêde dide gêncan û ez gelekî keyfxweşim ku bi berdewam serdana gencên behremend yên devera Behdînan jî dikin wek hemû cihên din.
XELAT