Jiyana Kurmanca- Amadekariyên ahenga Newroza Ewropayê

Mîvanê xelaka roja duşemê 17-2-2025 endazyar Îsmaîl Derwêş ku çalakvanekî kurd e ji Rojavayê Kurdistanê ye û niha li bajarê Almaniya dimîne.

Bernameya "Jiyana kurmanca" li ser kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê di beşa hunerê de danê sibehê demijmêr 10an de tê weşandin bername ji Roşîn Serêkaniyê ve tê pêşkeşkirin.

Endazyar û çalakvan Îsmaîl Derwêş behsa xebatên amadekariyên cejina Newrozê kir ku cara yekemîne li ser astê sê welatên Ewropayê bi yekgirtî dê were lidarxistin.

Her weha behsa navûnîşana ku  ahenga Newrozê lê bê lidarxistin kir ku hêjmarek komên hunerê û dîlanan wê têde beşdar bin û qada ku Newrozê lê bê kirin ji 10 heta 20 hezar kesî diare vehewîne

 

XELAT