KAXUR
Helbest: Merwan Berekat
K: Kela ronahîperestiyê yî, Kaxur
A: Agirê Ahora Mezda yî, Kaxur
X: Xoristana xorperestan î, Kaxur
U: Kurd û Kurmancistan î, Kaxur
R: Rastiya hebûna xwe yî, Kaxur
Tu landika mêrxwes û jinxwesan î, Kaxur.
Îro û berî îro jî, tu hêlûna rûmetê yî, Kaxur
Axpîroz û zeytûnistana serbilind î, Kaxur
Xencera tolhildanê li dilê tarîperestan de yî, Kaxur
Yek ji sêsed û şêst û şeş çirûskên berxwedanê yî Kaxur
Pêldana hêrsên jiyanê yî Kaxur
Tîrêjek ji yên çiyayê ronîdar î, Kaxur
Dengvedana sirûdên jînperestan î, Kaxur
Warê keç û jinên enîhilmiştî û dilneçelî yî, Kaxur
Strana dilbirînên vînçiyayî yî, Kaxur
Qêrîna têkoşîn û azadiyê yî, Kaxur
Jîngeha neviyên Farona û Nazatiya yî, Kaxur
ji kujer, xwînvexwer û berazan re nabî axur, Kaxur...
Efrîn: 15. 09. 2024
XELAT