Min Qamişlo Wilo Dît..

Min Qamişlo Wilo Dît..

Nivîs: Konê Reş

Berî dor 60 salî, cara pêşî ku hatim Qamişlo ji bo xwendinê, dinyake nû li ber min vebû; ji dinyakê çûm dinyakê..!

Ji gundîtiyê hatim nav şaristaniyê; elektirîk, sinema, cadeyên qîrkirî, nanê sûkê, helaw, bûza, teybûneyib..!

Di wan salan de Qamişlo ji bajarên herî pêşketî bû di Sûriyê de û yekemîn bajar bû di Cizîrê de bi bazirganî û modernîzma xwe.

Ew jî, bi xêra bandora Fransîzan ya ku li ser xelkên wê yên Xiristyan û Cihûyan hiştibû..

Ew pêşketin di pirbûna sînemeyên havînî û zivistanî de bû.. di stodyên wênekêşiyê de bû.. di çayxane û seyrangehên havînî de bû û di yanên sporê, tîmên muzik, ger û werzeşê de bû..

Digel ku rolek mezin a dêrên xiristyanan di fêrkirin û xwendinê de hebû.. Tevî ku piraniya çarşiya bajar di destê xiristyan û cihûyan de bû, bi tenê di hundirê çarşiyê de çend dikanên malê fatore (cil, berg û caw), yên kurdên Cizîrî an Botî hebûn..

Belê piraniya xelkên wê bi kurdî xeber didan..

 

XELAT