Ragihandkar Îbrahîm Îbrahîm pirtûka xwe îmza kir
Bi helkefta salvegera 126`emîn ya roja rojnamegeriya Kurdî û bi amadebûna hêjmarek ji ragihandkar û rojnamevan û hunermend û şêwekarên kurd li welatê Danîmarkayê merasîmek hate lidar xistin.
Merasîm ji aliyê Civaka Sivîl ya Kurdî li Ewropa û Mala Ûrzelk ya Çand û Hunerê ve hate organize kirin.
Di kevana merasîmê de pirtûka nivîskar û ragihandkar Îbrahîm Îbrahîm ya ku li ser peykertaşê Kurd yê navdar Seydo Reşo nivîsî bû îmza kir û li ser amadevanan belav kir.
Nivîskar Îbrahîm Îbrahîm di merasîmê de bi gotarekê roja rojnamegeriya Kurdî pîroz kir û her weha li ser hunermend Seydo Reşo pêşkêş kir.
XELAT