Têkoşerekî Bakurê Kurdistanê: Mam Celal semboleke mezin a netewa Kurd bû

Têkoşerekî Bakurê Kurdistanê: Mam Celal semboleke mezin a netewa Kurd bû

Xiyaseddîn Sayan siyasetmedarekî kurd ê ji bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ye ku di nîvê salên 1970î de ji bo xwendinê çûye Almanyayê. Ew endamê Komela Xwendekarên Kurd li Derveyî Welat bû, ku girêdayî baskê Celalî ya Mekteba Siyasî bû. Di sala 1995 heta 2012 di lîsteya Partiya Çep a Almanyayê de endamê Parlamentoya Herêma Berlînê bû.

Parlamenterê berê yê Parlamentoya Herêma Berlînê yê li ser lîsteya Partiya Çep û siyasetmedarê navdar ê Bakurê Kurdistanê Xiyaseddîn Sayan ji Rojnameya Kurdistan Nwê re ragihand; Ez li Bakurê Kurdistanê di malbateke siyasî ya Kurd de mezin bûm, lê belê rêbaza Rewanşad Serok Mam Celal Talebanî, bi taybetî bandorek li ser nêrînên min ên siyasî kir. Ev bandor di nîveka salên 1970yî de dest pê kir, dema ku ez endamê Komeleya Xwendekarên Kurd (EQSA) bûm, ku girêdayî baskê Mekteba Siyasî bû.

Piştî damezrandina YNKê di sala 1975an de ez berdewam nêzîkî Serok Mam Celal û hevalên wî bûm û me têkoşîna xwe ya siyasî û Kurdiayetiyê li welatên Ewropayê berdewam kir.

Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Min gelek caran bi Serok Mam Celal re hevdîtin pêk aniye û dema ku li nexweşxaneyeke Almanyayê nexweş bû li gel wî bûm. Min her tim rêz û wefadariya xwe ji bo vî rêberê mezin ê gelê Kurd nîşan daye."

Serok Mam Celal hertim ji bo nêzîkkirina hêz û aliyên Kurdistanî li herçar parçeyên Kurdistanê hewlên cidî daye û armanceke cuda ya netewî hebûye ji bo pêkanîna yekrêziya navxweyî ya Kurdistanê.

Xiyaseddîn Sayan da zanîn û got ku ezmûna niha ya Başûrê Kurdistanê bi taybetî bi saya Serok Rewanşad Rêheval Mam Celal pêkhatiye, ji ber ku wî destpêşxeriya bidawîkirina şerê navxweyî û avabûn û rêkeftina di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK û Partiya Demokrata Kurdistanê de girtiye ser xwe. Piştî proseya azadî a Êraqê a sala 2003, ezmûnekî kurdî li Kurdistana Êraqê drust bû.

Xiyaseddîn Sayan berdewam kir û got: Rêhevalê Rewanşad Mam Celal semboleke mezin a neteweya Kurd bû. Di qada siyasî ya cîhanê de xwedî pêgeheke mezin bû û ji dost û dijminan re rêz jêre dihat girtin.

Her wiha rêberekî şoreşger û aştîxwaz bû ku ji bo aştî û mafên gelê Kurd têdikoşiya. Her wiha divê em li ser fikir û rêya rêheval Mam Celal Talebanî ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd berdewam bin.

Ji sala 1995’an heta 2012’an li ser lîsteya Partiya Çep a Almanyayê ji bo Parlamentoya Herêma Berlînê hatim hilbijartin. Di sala 2009’an de min li Almanyayê li ser Komkujiya Dêrsimê konferansek li dar xist û bû sedema bertekên mezin.

Di wê konferansê de Komkujiya Dêrsimê ya sala 1937’an ku dewleta Tirk li dijî gelê Dêrsimê pêk anî, hat naskirin.

Her weha dibêje; “Min bi hewlên xwe komeke kurdî li Parlamentoya Almanyayê ava kir ku tê de çend parlamenter û partiyên cuda yên Almanyayê cih digirin, ku armanca wê lobîkirina lobiya kurdan li Almanya û Ewropayê bi giştî ye. Li her cihê ku ji bo mafên miletê me xebateke însanî hebe, min her tim piştgirî daye wê.Ez niha jî serokê Komeleya Hêviya Kurd ji bo Netewên Ewropayê me. Armanca me ya sereke ew e ku em ji bo doza rewa ya gelê Kurd li Ewropayê lobiyê bikin.Ez ê jî beşdarî her xwepêşandan û meşên kurdan ên li welatên Ewropayê ji bo doza kurdî bibim.

 Got jî: Dema ku çekdarên DAIŞ’ê Şengal dagir kirin û gelê wê qir kirin, min nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şand. Wan jî piştgiriya xwe ya ji bo Şengalê û pirsgirêka Êzidiyan dubare kirin û li dijî komkujiya li ser gelê Şengalê nerazîbûn nîşan dan.

Wî got: Ez bi gavên Erdogan û Baxçelî bawer nakim, ji ber ku di bin zextên navxweyî de ne û gelê tirk jî ji wan aciz e.

Hêjayî gotinê, Xiyaseddîn Sayan di sala 1954an de li bajarê Muşê yê Bakurê Kurdistanê di malbateke navdar a siyasî ya Kurd de hatiye dinê. Li Almanya beşa zanistên siyasî qedandiye.

Malbata wî jî di tevlîbûna Rêxistina Azadî û Şoreşê ya Şêx Seîdê Pîran de rolek girîng lîstiye, piştre malbata wî ji ber têkoşîna xwe ya siyasî û Kurdistanî koçî Îzmîrê dibe.

 

XELAT/ Rojnameya Kurdistanî Nwê