Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê ji bo masterê xwendekaran werdigire
Zimannas Pro. Dr. Mikail Bûlbûl, li beşa Ziman û çanda Kurdî ya zanîngeha Mêrdîn Artukluyê dibêje, Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê ji bo bernameyên mastera bêtez (mamostatîya kurdî), mastera bitez û doktora dê 216 xwendekaran wergire. 15 kontenjan ji van 216an (10 master, 5 doktora) ji bo kurdên derveyî tirkî ne. Ji bo kurdên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê derfeteka baş e.
Pro. Dr. Mikail Bûlbûl li ser rûpela xwe ya torên civakî diyar jî kiriye ku, Mastera Bêtez: 150 Xwendekar (130 Kurdîya Kurmancî, 20 Kurdîya Zazakî).
Mastera Bitez: 40 Xwendekar (24 Kurdîya Kurmancî, 6 Kurdîya Zazakî, 10 Xwendekarên Derveyî Tirkî; Soran, Goran...)
Doktora: 26 Xwendekar (15 Kurdîya Kurmancî, 6 Kurdîya Zazakî, 5 Derveyî Tirkî; Soran, Goran...)
Serlêdan bi awayekî onlayn jî çê dibe. Lînka daxuyanîyê li jêr e.
https://www.artuklu.edu.tr/.../2025-2026-guz-yariyili...
XELAT/ Rûpela Dr. Mikail Bûlbûl
