Di bîranîna 37 saliya Enfalê de
Di bîranîna 37 saliya Enfalê de
Vê sibehê
Dixwazim gulhinarkên serê buharê
ji zeviyên Helebça biçinim.
Û wan li ser deştên
Germiyan û Qeredaxê bibarînim.
Ji bo rengê kirasên reş yên dayikên Enfalkiriyan
hilgere narincî.
Helbestvan: Dilşa Yûsûf
14.04.2025
XELAT
