Di Roja Rojbûyîna Hêro Xanê de
Hêro Xan; Siyasetmedar, Ronakbîr, Pêşmerge, kameramanê çiya û hilgirê xemên bajêr….
Hêro Xan, siyasetmedareka nerm e; Damezrênera telefizyona Xak û Kovara Xak, Kanala Kurdsat e, parêzera Muzexaneya Amne Soreke ye û damezrînera Rêxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê ye, her weha Muzexaneya (Zamwa) xezîneyeka mezin a arşîvên çiya ku yek ji karên newaze ya Hêro Xan ne.
Hêro Îbrahîm Ehmed, qonaxên dijwar derbas kirin û roleke siyasî ji bo parastina navxweyî ya kurd û yekîtîya nava YNkê de diparast û dixiste ser rêya xwe a rast û armanca wê bû, bi taybetî piştî nexweşketina Serok Mam Celal, ew rol pir xuya û watedar bûn.
Hêro Xan digel hevxebatên xwe bi îradeyek polayîn mile xwe dida ber rewşên dijwar û realîte digihande beravên aram.
Wê siyaseta çepke gulên Serok Mam Celal peyrew dikir, bi wê siyasetê xebata xwe zêde kir, qelsiyên ku dihatine pêş derbas dikirin û her kes li dora xwe kom dikir. Ew qet netirsiya û ber bi asoyê ve gavên xwe diavêtin.
Hêro Xan xanimeke aram bû ku baş guhdarî beramberî xwe dikir, lê dema ku ew beşdarî gotûbêjan dibû, wê biryarên çarenivîsaz didan.
Hêro Îbrahîm Ehmed, ku wekî Hêro Xan jî tê nasîn, hevjîn û hevxebata Serok Mam Celal bû, li çiyan digel Pêşmergayetî de berdewam kamîreya wê li ser mil bû bûyerên şoreşê arşîv dikirin û dixistin ser xermanê Kurdayetiyê, Hêro Xan siyasiyek bû li ser şopa bavê xwe dimeşiya, îro 12 Huzêrane ye roja li dayîkbûna wê ye, em li Saziya Serok Celal Talebanî bi hêviya berdewamiya li xebat û tenduristiyek baş û temendirêjiyê jêre dixewazin
Roja Rojbûyîna te pîroz be.
Balyoz, Dr. Mihemed Sabir
Serokê Saziya Serok Celal Talabanî
-----------------------------------------------------------------------
Ji bo Hêro Xan di roja jidayikbûna wê de
*Yûsif Zouzani
Hêro Xan, di roja jidayikbûna te de, her tiştê ku li ser te tê gotin tenê beşek ji mozaîka jiyana te ye, ku heke em bikaribin hemûyan kom bikin û vebêjin, dikare temam bibe.
Pêşmergeyên dilsoz, şervana şoreşger, kesayetiya medyayê ya navdar, dayik, xwişk û hevrêya Pêşmerge, parêzvana mîratgirên şehîdan û zarokên wan, parêzvana dilsoz a mafên jinan û mirovan, û hevrêya Mam Celal, hemî beşek ji navê te ne. Ji ber vê yekê, tenê navê ku van hemî taybetmendiyan dihewîne Hêro Îbrahîm Ehmed e.
Dema ku em navê Hêro bilêv dikin, em van hemî taybetmendiyan rêz dikin, û di roja jidayikbûna te de, ez ji bilî vê navê te, ku hemî taybetmendiyên te dihewîne û mozaîkê ji bo me temam dike, ji bo te ti sernavek din nabînim...
Silav, teqdîr û duayên ji dil ji bo jiyanek dirêj û tenduristiyek baş ji birayê te û hevrêya te re ku tu carî te ji bîr nake, ey qehremana demên dijwar.
12/6/2025
XELAT
