Şandeke bilind ya jinên Bakûrê Kurdistanê serdana Şanaz xanimê kirin
Xanima yekem ya Êraqê (Şanas Îbrahîm Ehmed) li nûsîngeha xwe ya taybet li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li şandeke bilind ya jinên Bakûrê Kurdistanê kir.
Şanda bilind a jinên Bakûrê Kurdistanê bi serokatiya parlemanter (Sebahet Erdogan) parlemantera bajarê Sêrtê ya bakûrê Kurdistanê bûye.
Di wê hevdîtinê de pirsên netewî û nîştimanî û rola giring ya jinên Kurd di warên rêxistinî û siyasî û kultûrî de hatin gotûbêj kirin.
Di wê derbarê de Xanima yekem ya Êraqê (Şanaz Îbrahîm Ehmed) ragihand û got; em wek kelhekê li we dinêrin, em serbilindin ku tevî zehmetiyên jiyanê û siyasetê li bakûrê Kurdistanê we kariye dengê xwe bighînin nava şaredariyan û perlemanê.
Xatûn Şanaz Îbrahîm Ehmed got jî; dibê em wek jin qet rê nedin ku ne sînor û ne jî siyaset bikeve navberî me de.
XELAT