Duyemîn Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê bi dawî bû

Duyemîn Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê bi dawî bû

Desteya Çandê ya Herêma Feratê (Kobanî) û Weşanxaneya AVA bi dirûşma “Ji Bo Peyva Ku Hîn Nehatî Gotin; Em Li Vir in” Duyemîn festîvala wêjeyê li bajarê Kobaniyê li dar xist. Festîval sê rojan domand û roja 14/11/2023`an bi dawî hat.

Helbestvanê Kurd Merwan Berekat li ser rupela xwe ya tora civakî belav kiriye ku, bi şêweyê giştî festîval serkeftî bû. Program bi mijarên xwe dewlemend û dagirtî bû. Beşdarî pir baş bû. Piraniya beşdaran xwendekarên zanîngehê nemaze yên beşê wêjaya Kurdî bûn. Pêşbiraka helbestê û çîrokê hebû û yên serkeftî xelat wergirtin.

Merwan diyar jî kir ku di roja dawî de mijara gotebêj kirina li ser folklora kurdî bûye û helbestvan û romannivîsê Kurd Salihê Heydo ji Qamîşlo , Helbestvan Merwan Berekat ji Efrînê û Şervan Misilim ji Kobaniyê ew mijar gotûbêj kirin.

XELAT