DI FERHENGA KURDÎ DE WATEYA PEYVA Çirik Û YA Şirikê
Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar
Dewlemendiya Zimanê Kurdî di pirbûna hevwateyên peyvan de jî xwe diyar dike, xasma di kurdiya kurmancî de diyar dibin.
Lê hin peyvên wisa ku hevwate ne, di vê Sedsala BÎSTÎ ya bihurî de Kurdên Bakûrê Kurdistanê ketine dudiliyeke mezin û wateya rastîn a peyvan lêkdû dixin. Yek ji wan peyvan jî ”çirik” û ”şirik” e.
ÇIRIK:
a) Li ser banê axiyê axîn, cihê ku ji temamiya bên re nizm e, li ser kujînekê lûleyek, an jî perçeyek teneke ku bûye wek lûle bi cih dikin. Ava li ser bên di wê lûleyê de tê xwarê.
Hevwateyên peyvika çirikê ev in: Çiranek, çirtonek, çorik, çirûtang, çoretang, mezrib/mezriv, sûlavk, çirûk.
b) Saziya ku pembû û sîsikên wî ji hev cuda dike.
ŞIRIK:
Wateya şirikê, navê dengê ava hindik e ku ji jorê ve tê xwarê. Ew ava hindik ku ji hevûdu naqete, jê re tê gotin ”av bi şirik tê xwarê.”
Hin caran dema terk li ser banê axîn çêdibin û baraneke gur dibare, dilopên ku tên ji hev naqetin, hingê jê re dibêjin: Dilop bi şirik tên, an jî bûye şireşira dilopan tê gotin.
Bi hêviya lêkolîn li peyvên kurdî, her şad û serkeftî bin…
07/ 05/ 2025
XELAT
