Encumena Penaberan serdana kanala Gelê Kurdistan kirin

Encumena Penaberan serdana kanala Gelê Kurdistan kirin

Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi mebesta pêşkêşkirina pîrozbahiya erkê rêveberê nû serdana kanala asmanî ya Gelê Kurdistan kirin.

Şanda Encumena Penaberên Kurdên Rojava – Sûriye ku bi serokatiya serokê encumenê Hozan Efrînî  bû ji aliyê rêveberê nû yê kanala Gelê Kurdistan kak Dilbend Mistefa ve hate pêşwazî kirin.

Di wê hevdîtinê de giringîdana bi çand û wêje û huner û jiyana kurmanca hate gotûbêj kirin û li ser wê bingehê rêveberê nû da xuya kirin ku bernameyên nû di pilana wan de heye ji bo xizmeta gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û Qefqasiya û li hemû cîhanê.

Ji aliyê xwe ve serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojava – Sûriyê, piştgîrî û piştevaniya xwe ji bo kanala Gelê Kurdistan da nîşandan û pîrozbahiya erkê nû yê Kak Dilbend Mistefa kir.

 

XELAT