Nivîskarê Kurd Mehmûd Sebrî koça dawî kir

Nivîskarê Kurd Mehmûd Sebrî koça dawî kir

Nivîskarê Kurd (Mehmûd Sebrî) xelkê Rojavayê Kurdistanê şeva sêşemê li ser çarşemê 18-19/7/2023 di temenê 86 salî de li bajarê Hesekê koça dawî kir .

Mehmûd Sebrî di sala 1937`an de li gundê Çetela Kîkan ya ser bi navçeya Dirbesiyê hatiye dinyayê, beşa mafnasiyê li zanîngeha Şamê bi dawî kir di navbera salên 1959-1997`andebi tevgera siyasî ya Kurd re kar kiriye. Her weha yek ji damezrêner û sernivîserê kovara Xunav ya wêjeyî bûye di salên 1986-1995`an. Di 2015`an de wek serokê hevcivîna wêjevanên Kurdên Sûrî hate hilbijartin, heta niha 10 pirtûk li ser dîrok, helbest û pirsgirêka Kurd nivîsandine. Mehmûd Sebrî bi navê xwe yê wêjeyî (Evîndarê Xemgîn) tê naskirin. Em jî bi navê (Sekoya Kurmancî) ji bajarê Silêmaniyê sersaxiyê ji malbata Mehmûd Sebrî re dixwazin û xwedê koç kirî di beheşta xwe de şad bike.

Sekoya Kurmancî