Pirtûka NECO bi zimanê şahîdhalan hate nasandin

Pirtûka NECO bi zimanê şahîdhalan hate nasandin

Bi boneya 40`mîn salvegera şehîd Neco roja yekşemê 21/1/2024 li hola pirtûkxaneya kurdî li Stokholmê ya welatê Swêdê nasandina pirtûka (Bi Şahîdhalan re Şehîd Neco)  ku têde şahîdhal û hezkiriyên Necmedîn Buyukkaya behsa (Şehîd Neco) dikin, ji aliyê Mehmûd Lewendî ve xwendinek jêre hate kirin.

Ew pirtûk ronahiyekê dixe ser jiyan û tekoşîna şoreşgerî ya Necmedîn Buyukkaya şehîd (Neco ) ku di nava Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê de bi (Şehîd Selah) tê naskirinê.

Nivîskar Qadir Buyukkaya  ev pênc salin kar li ser wê pirtûkê dike, pirtûk li dezgeha çap û pexşa Apêk li Stokholmê hatiye çapkirin û niha tê belav kirin. Nivîskar Qadir Buyukkaya xwestiye ku belavkirina pirtûk hevdem be digel 40emîn salvegera û roja şehîdbûna Necmedîn Buyukkaya de.

Şehîd Neco, ku di nava YNK`ê de bi Selah naskirî bû, ev pirtûk dide naskirin ku ew kî bû? Wî çi ji bo doza rewa ya gelê Kurd kiriye? Di tekoşn û xebata xwe ya şoreşgerî de çi êş û îşkence li zîndanan dîtiye? Taybetmendiyên wî yên serekî çibûne ku di gelek kesayetiyên siyasî yên din de nayê cuda kirinê..?

Bersiva van pirsan û gelek pirsên dinê li ser zimanê rewanşad Serok Mam Celal û rewanşad kak Newşîrwan Mistefa, Dr. Fuad Masûm û Îsmaîl Beşikçî û çendîn heval û hevxebatên wî de di wê pirtûkê de bixwîne, ku wan ji nêzîk ve şehîd Neco nas kirine.

Nivîskarê pirtûkê Qadir Buyukkaya ji malpera Xelat re aşkira kir ku, ew pirtûk wê di pêşerojek nêzîk de bi zimanê Ingilîzî û Kurdî (Kurmancî – Soranî) bê wergerandinê.

XELAT