"Gava ku masî tî dibin" bi Îtalî derdikeve

"Gava ku masî tî dibin" bi Îtalî derdikeve

Romana "Gava ku masî tî dibin" ya nivîskarê Kurd (Helîm Yûiv) ku bo zimanê Îtalî hatiye wergerandin derket.

Helîm Yûsiv nivîsa weşanxaneya Îtalî ku li ser rûpela xwe ya torên civakî belav kiriye wergerandiye Kurdî ku têde weha hatiye gotin:

(Romana "Gava ku masî tî dibin" yekem berhema nivîskarê kurd Helîm Yûsiv e ku bo îtalî hatiye wergerandin. Bi derketina vê pirtûkê em gaveke din ber bi armanca xwe ve diçin, ku em rasterast girêdana xwe ya bi ziman û wêjeya kurdî re xurtbikin.Da ku xwendevan têkevin nav kûrbûna taybetiya xeyalên wêjeyî yên vî zimanî, ev xeyalên ku ji me ve dûr xuyane, lê ew di rastiya xwe de ji me ve pir nêzîk in. Ev Roman wê ji meha sibata pêşiya me pê de li cem pirtûkfiroşan bê dîtin.)

Romana "Gava ku masî tî dibin" pêştir bi zimanê Kurdî (kurmancî û soranî ), farisî, tirkî, erebî û ingilîzî hatiye weşandinê.

 

XELAT