Ax dayê?

Ax dayê?

Helbestvan: Hasan Kordede

Gava çûme xurbetê

Ahû keser ji te tê

Dinalim li wê derê

Hêstir ji çavên te tê

Kewandim bi rondika

Wî girî yê d'quncika

Mirin xweş li gundika

Li ber te wek dawetê

Ev biyanî te reş kir

Mirin bi min çi xweş kir

Jîna min te nexweş kir

Kezeb çi zanê wextê

Kezeb tiştek nahêle

Ne doşeg û mitêle

Bê eşîr û bê êle

Nahêle şan û bextê

Tîra kezeb dijware

Ji hîmda tîne xare

Bê watene heware

Ah felek çi bê bextê

Felek te rêk l'me birî

Te jiyan ji me kirî

Para me gîska gurî

Agir kete paytextê

Te barkir çû bi kuda

Ez girîm te guh neda

Te hîştim şûna xweda

De werin vê susretê

Çiqas dikim j'te lava

Rondîk têne ji çava

Te guh neda silava

Çibkim j'dil ne veqetê

 

16/07/2024-Serzorî

Helbestvan Bêçarê Kurd

 

XELAT