GULDEXWÎN

GULDEXWÎN

Helbest: M. Emin Aslan

 

Ez nebê cîh û bê warim

Nejî bêdost û bêyrim

Li serhedê wek guldexwînê suxarim

Bi kewne warê xwe li cîhanê navdarim

Warê min lûtika çîyan zozanê sar e

Evîna min şax û mesîl, şikeft û zinar e

Dêroka min li şûnwarê dozde hezar e

Bo evîna Mem û Zîn Beko dijwar e

Teqez dizanî Beko ewlad zina ye

Karê pergalan herdem waha ye

Aşê wan bi èwanan bi fitl û ba ye

Banga Ahmedê Xanî tijî kundir vala ye.

 

XELAT