Serok Mam Celal yekem Kurd bû ku serokatiya Lûtkeya Erebî kir

Serok Mam Celal yekem Kurd bû ku serokatiya Lûtkeya Erebî kir

Serok Mam Celal Talebanî 13 sal berê wek yekem Kurd serokatiya Lûtkeya Erebî li Bexdadê paytexta Êraqê kir. Gotara wî jî bû sedema bertekan û destpêşxeriyên wî wekî bingeha çareserkirina pirsgirêkên îroyîn têne zanîn.

Serok Mam Celal ji bilî ku li Êraqê ji aliyê Meclîsê Bilind ê Şîeyên Êraqê Ayetullah Elî Sîstanî ve wekî "Semam Aman" tê binavkirin, Serok Mam Celal di herêmê de roleke girîng lîstiye û kariye rêberên Ereb bîne cem hev.

23emîn Lûtkeya Erebî ji 27 heta 29ê Adara 2012an li Bexdadê bi serokatiya Serok Mam Celal pêk hat. Ew lûtke cuda bû ji lûtkeyên din ku demokrasiya Êraqê nîşan da ji berk u Kurdek lûtke birêve bir û serokatiya wê dikir.

Serok Mam Celal gotarek pêşkêş kir ku ji axaftinên serokên Ereb ên di lûtkeyên berê de cuda bû û tekez kir ku lûtkeyê ambargoya li ser Êraqê rakir û dê bêtir îstîqrar çêbibe.

Wî got ku lûtkeya Erebî li Êraqê nîşana serkeftina pêvajoya siyasî û demokratîk li Êraqê ye û israr dike ku Bexda bi welatên Erebî re bixebite û bibe beşek ji jîngeha Erebî.

Yek ji taybetmendiyên wê lûtkeyê ew bû ku Êraqê 20 sal bûn mîvandariya lûtkeyeke Erebî nekiribû, lê Serok Mam Celal israr kir ku lûtke li Bexdadê were lidarxistin û serokên welatên Erebî werin Bexdadê.

Serok Mam Celal di sala 2006an de li Sûdanê, 2009an de li Duhayê û di sala 2010an de li Lîbyayê beşdarî Lûtkeyên Erebî bibû.

Îro jî 17/5/2025 carek din 34`mîn lûtkeya Erebî di bin serpereştiya serokomarê kurd yê Êraqa federal Dr. Letîf Reşîd li Bexdadê birêve diçe 22 welatên erebî têde beşdar dibin.

XELAT