XELATê muleta xwe ya Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê wergirt
Piştî derçûna jimareya sifirê ya rojnameya XELATê ya Kurmancî li Sekoya Kurmancî ya ser bi Mekteba Ragihandin û Bîr û Hoşyarî ya YNK`ê, ji aliyê sendîkeya rojnamevanên Kurdistanê ve bi fermi hat pejirandin û muleta fermi ya karkirinê bi dest xist.
Di wê barê de, Hozan Efrînî sernûserê rojnameya XELATê ji malpera Xelatê re ragihand ku piştî kar û xebatên pir çalak ji aliyê sekoya kurmancî ve, rojnameya Xelat û malpera Xelatê bi awayekî pir çalak ketin kar û rojnameya Xelatê hejmara sifrê jî bi rengînî hate weşandin ku wek pêngaveke erênî û cihê kêfxweşiyê ji aliyê xwendevan û şopênerên Xelatê ve hat nirxandin.
Piştre jî li Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê hat tomar kirin û di vê dawiyê de, mulet hate pejirandin û ji aliyê sekreterê liqê Silêmaniyê Kak Karwan Enwer ve ji bo sernûserê Xelatê Hozan Efrînî ve hate pêşkêş kirin.
XELAT