Di nav bajarek Ewropayê
Helbestvan: Karîna Osêyan
Di nav bajarek Ewropayê
Xweş baxçede ez rûniştim
Mêrgên gulan reng bi rengin
Benî adem her bêdeng in
Keçek hat li vir sekinî
Dest û mil tev werkirî
Bi tirs û xof xwe dinêrî
Wek sofîke ku sûc kirî
Nanê tisî ji tûr derxist
Wek tîrekî dilê min xist
Ev nerm rûnişt xiniyatî kir
Kela girî li min zor kir
Çev bi tirsê wek xezalê
Divê hatiye ji Şengalê
Yan horî ye yan pêrî ye
Yan jî keça Êzidî ye
Min got: tu Êzdîyî xûşka delal
Were ji min re bibe hevpar
Me qedera te ji kû tê ?
Ev hêstirên te ji bo çi tê?
Got: penaberim ji xana sorê
Dijmin şev de girtiye dorê
Malbata min temam kûştin
Ez bêxweyî sêwî hiştim
Xûşkê rabe bes xem bike
Xwedê da min tek birek e
Em hersêk herin li ber ziyaretê
Bibin xûşk û birayên axretê.
XELAT
