Bir yeqîn?
Helbestvan: Hasan Kordede
Şûbhet ji cama xefîfe
Suhbet ji rûyê letîfe
Sahib meqamê sîfe
Kul derde bûn zehîfe..
Kul derde bên meraqe
Robîn tête şefaqe
Rehman j'rûda simaqe
Ez hîştim bi tiryaqe..
Ez hîştim wê ji rayê
Qîrîn û deng jê nayê
Helweste girtim tayê
Hewce nakin belayê..
Kelha evîn hilweşî
Wek maran pê de xuşî
Jehra b'minda vereşî
Peydane jê nexweşî..
Peyda bûn jê xem bare
Safî nebûn ew kare
Qedrê her dem dubare
Lewzik d'vîna bêçare..
Lewzik pêda daliqîn
Vîn kir şana taliqin
Ez-wê bûn mitaliqîn
Hîngê wê bir jê yeqîn..
02/02/2024-Serzorî
----------
Em ji vir dernakevin?
Em ji vir dernakevin
Ta ku ew xwîn nebî av
Em ji vir dernakevin
Ta ku av nebî çirav..
Ev gerdena xelawî
Da ber topên dikawî
Ne markis ú ne mawî
Kurdo!li te sed silav..
Rewşa min baş binêrin
Karê min guh bidêrin
Arvanê xwe bihêrin
Ta ku nexun nanê xav..
Ez jî keçek kurda bûm
Pir çeleng û xwenda bûm
Wek kara rêk wenda bûm
Nişka li min roj bû tav..
Hilbijart navê peyman
Çûm li ser soza víyan
Rêzgarkir gel ji hovan
Yazde heval giş bi nav..
Dibistana serzorî
Bi xwîna xwe da morî
Min şikand benda jorî
Ta nekin ji kesî lav..
Ez keçka hor û mîtan
Ferhenga min ji doxan
Xeyrî egît û pîran
Vedeng didim ez her gav..
Li mi nekin hûn loma
Gotinên we wek goma
Dibin şikê û koma
Keda min bidin ber çav..
Kurdo!kuda direvî
Tu'l aşê mirin dikevî
Wekî seyan radkevî
Gora te her ma bê nav..
31/01/2024-Serzorî
XELAT