Rojnamevanê Kurd Belên Salih koça dawî kir

Rojnamevanê Kurd Belên Salih koça dawî kir

Bi dilekî xemgîn me nûçeya koça dawî ya rojnamevanê bi tiwane û jêhatî yê Dengê Amerîkayê (Belên Salih) birayê serokkomarê berê ya Êraqê Dr. Berhem Salih bihîst.

Bi vê boneyê bi navê sernivîserê Xelata Kurmancî (Hozan Efrînî) û hemû stafa Xelat em serxweşî li xanima nemir Gulîzar xanê û birayên xwe rêzdar Dr. Berhem Salih û Batin Salih dikin.

Daxwazkarin ji Xwedayê mîhreban ku ev êş ya herî dawî be û cihû xwe beheşta berîn be.

Belên Ehmed Salih, sala 1961 an li Helebce ji dayîk bûye, ji ber karkirina bavê wî ku dadwer bû refa yekem ya seretayî li Şeqlawa ya parêzgeha Hewlêrê bi dawî kiribû,refa duyem jî li Helebce bi dawî kiribû û piştre li xwendingehên Bêkes û Goran li bajarê Silêmaniyê qonaxa seretayî temam kiribû, qonaxa amadeyî li herdu amadeyî yê Selahedîn li Silêmaniyê û xwendina amadeyî li Xwendingeha Raniye li bajarê Raniye qonaxa dawî ya xwendina xwe li Peymangeha Birêvebirina Resafe li Bexdayê xwendibû.

Belên Salih ,di destpêka salên 1980yî ya sedsal borî de dest bi karê nivîsandin û helbestê kiribû û heta kêliyên dawî yên jiyana xwe berdewam bibû.

Di destpêka salên 1990 an de dest bi karê rojnamevaniyê kiribû û li Herêma Kurdistan`ê di çend kovar, rojname, radyo û televizyonan de kar kiribû. Di sala 1996an de çû Amerîka û ji wê demê ve di Dengê Emrîka ya Kurdî de kar dikir.

Belên Salih duh 30yê Adarê 2025 di temenê 63 saliyê de û ji ber nexweşiyê koçadawî dike.

XELAT