XAYINTÎ

XAYINTÎ

Helbestvan: Karîna Osêyan

Xayin û xiniz pir in lê bi xwe nizanin

Her kesî diêşînin lê pir nezanin

Kevirbaran dikin kesên dizanin

Lê ew ne mirov in û ne jî însan in

Xayin dema bizane ku xayin e

Dema dermanê dilê xwe bibîne

Êdî hew dike xiniztî dê bi geşbîn e

Û lêborîn dê bixwaze ji kesê ku nedîne

Ger dîsa kevirên reş xayin bibarîne

Û dîsa rûpela wan ber bayê bibîne

Êdî nabe kes û mirov, her şêt û dîn e

Derî li ber wan tê radan û nabîne

Xayin û xiniz pir in lê bi xwe nizanin

Her kesî diêşînin lê pir nezanin

Kevirbaran dikin kesên dizanin

Lê ew ne mirov in û ne jî însan in.

XELAT