Normal e..!
Nivîs: Konê Reş
Normal e..
Rojnameya “Kurdistan”
Bê Kurdistan
Li Qahîra bê weşandin!
Kovara (Jîn)
Bê jiyan
Li Stenbolê bê çapkirin!
Kovara (Hawar)
Bê ku kes di hawara wê de bê
Li Şamê bê belavkirin ! û
Ev gotinên Mîr Celadet Bedir Xan
Li ber ba bêne dêran:
(Hawar dengê zanînê ye
Zanîn xwenasîn e,
Xwenasîn ji me re riya felat û Xweşiyê vedike..)
Normal e..!
Pelên kovara (Nûdem)
Li Ewrupa zer bibin û
Birizin..!
Qasimlo û Şerefkindî
Di sirgûniyê de bêne kuştin..!
Selîm Berekat
Bi zimanê biyaniyan
Bike hawar û gazî..!
Partiyên me
Ji hev bizên,
Ji yekê bibin sêzdeh û hinek..!
Şerê hev bikin
Li ser ku,
“Hêk ji mirîşkê ye, an mirîşk ji hêkê ye”
û zimanê kurdî di ser guhê xwe re
Bavêjin! Normal e..!
Xelat
