Bilind firyawo,nizim keto?
Helbestvan: Hesen Kordede
Felek çibkim ev dadmendî te da kê
Çima li dûv man qenc û delal û çê
Heta kengî dil bikoşe azeran
Keçû kur wê şewat bidin bav û dê..
Omîd nema ji ademî ku xêr bê
Bawer nakim çavên birçî ku têr bê
Ta ku weka berxa li stû ne kêr bê
Hêvîyên me nema ji kes bêl xwedê..
Ewjî b'aram bal firehe bê xeme
Çi xweşî ye,çi reşî ye,giş l'ceme
Ferat diçe her bi xuşîn û leme
Wî dan ber xwe tevan birin nêr û mê..
Hina birin û hin anîn wek sefer
Rêwî kirin tev bi hevre lal û kerr
Ew meşandin her xuşandin bê xeber
Girêbestek dane nav wan bi hew dê..
Girêbesta man û neman dane rê
Wek rêwî yê ku derbas bê ser pirê
Ew nabînê ku çi heye l'der dorê
Ji wî be ku her ewe yê mayîn dê..
Kevne tora wek te ramîn vala çûn
Ên poz bilind her diketin dernexûn
Kes ne gihîşt wê fermanê servebûn
Eve kiryar ku dibêtin ji berê dê..
De raman be hiş nemawo ka dê bav
Ewjî wek te hatin jînê kir silav
Poz bilind bûn ber li jor bûn çûn bi lav
Bawer neke ku sirûşt derfet bidê..
11/03/2024-Serzorî
*********
Jin jiyane?
Jin jiyane azadî ye
Li malbatê tim xudî ye
Gava rakê şerm fedî ye
Malbat wêran û genî ye..
Çaxa destek bidî mêre
Li meydanê ew tim şêre
Gir lêdixe hûr dihêre
Her kes li wî bib xudî ye..
Her mêrê zor l'pişt jina çê
Kes nizane ku ji ku tê
Lê her jin naçê wê xetê
Wek av zêka ji kanî ye..
Jina çê dibêjin seyde
Jina xerab weku qeyde
Bê wate ye û bê fayde
Mal xirab bû ji binî ye..
Bingeha jînê her jine
Ew zanîngeha mezine
Parast wê zimanê mine
Ya ku li min bû xudî ye..
Gava dêye çendî reben
Dema xûşke tew nakî fen
Lê ku jine şahî û ken
Mêr pepûke hew kidî ye..
Jina fade pişta mêre
Li civatê her dem şêre
Zû temeke kuro jêre
Da tu nekî jê fedî ye..
Pêxemberan li pişt jine
Bêçare her ez û tune
Rûmet bide pişta mine
Bihuşta me ew xudî ye..
Îroj cejne j'dil pîroz ke
Mafê jinê ji xwer doz ke
Xweşî rindî jêre sozke
Kanya jînê cemidî ye..
07/03/2024-Serzorî
*********************
Bi jor ketim?
Dayin ji gul ber ba ketim
Çûm dîlanê wez raketim
Eşq û sewda wê dîlberê
Jana zirav bi dil ketim..
Jana zirav bê çare ye
Dil mehkûmê dîtna te ye
Axû hewar bê lome ye
Wek dojeh bû bi nav ketim..
Wek disotim bi êtûnê
Wê qumrîka çav zeytûnê
Hew firan dim ji hêlûnê
Serxweş û mest b'dinê ketim..
Serxweş û mest bê hedanim
Wek bilbilê bi vîxanim
Carek bêje qurban canim
Ji bona te bi jînê ketim..
Jîn elestek pir xweşî ye
Dawî ya wê nexweşî ye
Her jê diçin rû reşî ye
Bûme masî bi av ketim..
Te av çikand dilê li min
Tu bû ye rihdêdî ya min
Tora tejî wek ya dijmin
Ber çenxela mirnê ketim..
Te geran dim sûk û çarş ya
Belengoz a û qurşcî ya
Te firotim kelûşcî ya
Kêr geran din telaş ketim..
Maldar kirîn telaşê min
Simêl badan ser laşê min
Kesî nekir şabaşa min
Weka ka yê ber bê ketim..
Berjor firîm tew neketim
Ne mam payî ne raketim
Hiş û aqil di mi neman
Bol bol bi gerdûnê ketim..
04/03/2024-Serzorî
**********
Vîna birçî?
Dil biyane ji wê bejnê
Ma l'bendî hatina cejnê
Kengî werê ew behara
Roj xweş bikim bi vê jînê..
Roj xweşî ya min tim hew bû
Dil şahî ya bê derew bû
Bejna delal û fodilî
Narîna min weka kew bû..
Bilbilê min da vîxana
Reng xweş kirin gulistana
Da şahî bêtin di holê
Hevpeyvîna di eywana.
Heypeyvîn bi durist da
Serê kezî ya wê mistda
Misk û ember jê diweşîn
Dil kir wek coşa elest da..
Dil kir nivî yê hewreman
Kurmanc û lorî her zeman
Zaza û sorî di ezim
Wer hîştim bi ax û eman..
Her hîştim bi taya vînê
Hilgirtim ji barê kînê
Ma kî kore wê nabînê
Hewceme roja evînê..
Hewceyî yek ji wa lavan
Rondîkek biket ji çavan
Li dêma bikra silavan
Xweştir ba j'hilma dê bavan..
Xweşî ji baxê îrema
Meskena wan derd û xema
Destê te bihata ser dil
Hem şifa û hem melhema..
Şifake tu vî bêçarî
Ger vejînkî tu dikarî
Xelk dizane bi min û te
Awir nede bi dijwarî..
Va têt cejn û hem şahî ye
Çav li rêkê qemiçî ye
Lavan dikim ji yezdanî
Ta nemrim b'vîna birçî ye..
28/02/2024-Serzorî
***
XELAT