Li Silêmaniyê merasîmek bo Roja Cîhanî ya Penaberan birêve diçe
Bi boneya Roja Cîhanî ya Penaberan bi hemhengî li gel "Encûmena Penaberan ya Kurdên Rojava – Sûriyê" her yek ji Rêxistina Geşepêdana Medeniyet (CDO) û Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê û Beşê Rewşenbîrî ya Zarokên Silêmaniyê, vexwandinek giştî ji bo hemû welatiyan Silêmaniyê ragihandiye.
Ji aliyê xwe ve jî Encumena Penaberên ya Kurdên Rojava – Sûriyê hemû penaberên Kurd yên li Parêzgeha Silêmaniyê û Helebçe vedixwîne vê merasîmê.
Merasîm sibe roja Sêşemê 20/6/2023 di saat 6:00 danê êvarê li Parka Azadî – Sekoya Azadî ya li bajarê Silêmaniyê birve diçe.