Avêtîk Ȋsahakyan - ÇAWA MIRIN HAT

Avêtîk Ȋsahakyan - ÇAWA MIRIN HAT

Nivîskar û Lêkoler: Dr. Eskerê Boyîk

Van roja,  min  li nav nivîsê xwe yê kevn da, ev wergera çîroka nivîskarê ermeniyayî  mezin, xêrxwezê gelê me Avêtîk Ȋsahakyan dît. Min ew sala 1975 a dema 100 salya wî  didane kivşê rojnama RIYA TEZE da çap kir.

Çîrokek balkêşe.

Li Okiyanê, wek qevze kulîlkê tim hêşîn ȗ xweşik adek hebȗ. Ȗ li wur mirin tunebȗ.

Mêş, moz ȗ minminîk wur timê li fira bȗn, hêşnayî timê borr bȗ, xeza bi şewq dikenya. Dema çilmisandina wan nêzîk dibȗ, li ser wanda aviya avliheyatê dibarî, dîsa gênc dibûn, terr, şimşat dibiriqîn.

Evd jî li wur dijîtin, nava reng ȗ ewazên wêda distiran, şa dibȗn, evîntî dikirin. Wextê dijweryên emir li ser eniya wan qerçȗmek çê dikir, pîrbȗnê qidȗmê wan kêm dikir, rȗ-gulyê wan sipî dibȗn, diçȗn li ser kaniya avliheyatê, ku ji bedena qeyayêd cewahir dida der, bi wê avê xwe can dikirin, libsên xweye qurçimî li wur dihîştin ȗ mîna teyreda, minminîka gênc dibȗn, vedigeryan, ku dîsa bistirên, evînbin, hizkin.

Jiyana altindar li her dera gulvedida, mirina bêtaqet nikaribȗ dest bide pelekî jî.

Li vê adê da dayîkek ȗ lawkê wêyî biçȗk jî diman: gelek ewledê wê dayikê hebȗn e, lê tev jî mezin bȗbȗn, fira ketibȗn, tevî evînêd xwe firîbûn çȗbȗn.

Dayik lawkê xweyî biçȗk va tenê mabȗ, pîr bȗbȗ, çilmisî bȗ. Wext bȗ, ku biçȗya li ser kanya Avliheyatê.

Dê diçe ȗ vegere, wek keçeke çardesalî: eşq, gênc, çavê wêda şewq, evîn ȗ ken. Tê lawik bi hizkirin hemêz dike, radimȗse.

-Mêzeke dayka te çawa delal bȗye, binhêre, binhêre,- dê dibêje.

-Tu dayka min nînî,-lawik bersîvê dide.

-Ez dayka teme çara min, ezîzê min.

- Here tȗ dayka min nînî, dayka min bedew bȗ, porê wê zîv bȗn, çavê wê rehm ȗ xweş bȗn.

Kurik digrî, nahêle dê nêzîkî wî be, hemêzke.

-Dayka teye esil ezim, çȗm gênc bȗm hatim.

-Eger dayka min î, min hiz dikî, dîsa weke berê be, ku bizanbim tuyî dayka min.

Dê dibêjê, eger bibe ya berê wê bimire. Lê lawik nizane mirin çiye ȗ ji dayka gêncbȗyî direve.

Çara dê tê birîn, vedigere ser kanya Avliheyatê, libsê xweye kevn dibîne, dîsa xwe dike, çilmisî, qurçimî, pîrbȗyî tê ber lawik disekine.

Kur dayka xwe nas dike, bi şabȗn xwe davêje hemêzê, radimȗse, radimȗse, lê nişkêva destê dayka pîr sist dibin, reng lê diçe. Mirin çok dide li ser dilê dayikê. Dê ji huba kur dimire.

Ji wê rojê kaniya Avliheyatê diçike ȗ mirin jiyanê alt dike.

Ȗ ji wê şȗnda pêlêd okyanêye reş jiyanê serȗbineî hev dikin, hukumê xweyî altindar dibin ȗ heçar qulbê dinyayê bela dikin.

 

Wêne: Avêtîk Ȋsahakyan

Ji zimanê ermenî wergerand Eskerê Boyîk

Rojnema RIYA TEZE

24.06.1975

 

 XELAT