Aramgeheke sembolîk ji bo parêzerên heqîqetê

Aramgeheke sembolîk ji bo parêzerên heqîqetê

 Nivîskar: Dr. Edalet Ebdulah

Vekirina monomênteke taybet bi rojnamevanên şehîd li ser asta Êraqê û Herêma Kurdistanê, bûyereke taybet ya îsal bû, her weha karekî kêm wêne yê xwedêjêrazî (Mam Celal) anî bîre me. Îca eger projeyekî weha kak Qubad Talebanî li pişta wê be, çima na? wekî ku Kurd dibêjin`Kurê Bavê xwe ye`.

Mam Celal di esas de, kelepûreke dewlemend a karê xweşik û bedew û bêhempa li şûn xwe bi cih hêştiye ku bi dûvdeçûna wê cihê şanaziyê ye. Ji aliyeke din ve hilbijartina Silêmanî weke bîranînek û aramgeheke sembolîk ji bo van hemû medyakaran û rojnamevanan û her weha xêzkirina navên 551 şehîdan bi metal li çend dîwarên wê monomêntê, bijardeyek û pîvaneke hêja ye. Ev bajarê ku paytexta rewşenbîriyê ye û mexdûrên ku di qada çapemenî, zanyarî û hişyariyê de ne, divê li vir bi cih bibin.

Nasnameyeke din a Silêmaniyê jî ew e ku ew warê azadîxwazan e, xaka berfireh a medyaya azad, taybet û dijber e. Tişta herî balkêş di tîma organîzator de ew bû ku hemû medyakar û rojnamevan bê cudahî li hev kom kiribûn. Neqîbê Rojnamevanên Êraqê jî, ji nêzîk ve ew rastiye bi çavê xwe dît ku rojnamevanên kurd hevxemiya hevkarên xwe yên li deverên din ên Êraqê ne. Ji ber vê yekê soza alîkarî û hêsankirinê bi rojnamevanên li vir da.

Bi giştî boneyên bi vî awayî hêjayî handanê (Teşwîqê) ne. Silêmanî jî bi wê yekê xweşike ji ber ku her dem ji motîvasyona nasnameyên xwecihî derbas dibe û rojnamevanên Besra, Bexda û Diyalayê dikarin bi saya mîhrebaniya û wefadariya wê  kom bibin.

 Beşdarbûna çend balyozan jî di merasimê de dê bibe şahidek din li ser taybetiya mala mezin a bajêrê bajaran (SILÊMANÎ).

Ji Soranî: Dawûd Çîçek

XELAT