Amadekariyên Festîvala Fîlman a Amedê didomin
Amadekariyên 3emîn Festîvala Fîlman a Amedê, ku di navbera 9 û 16’ê Mijdarê de wê bi mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk were, didomin.
Festîval wê di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî de, bi rêveberiya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û Sinebîrê pêk bê.
Festîval wê di du kategoriyên sereke de bê lidarxistin û di bin sernavên “Fîlmên Kurdî” û “Sînemaya Tirkiye û Cîhanê” de wê berhem bigihîjin pêş temaşevanan. Festîval wê bi kategoriyên tematîk ên wekî jin, zarok, xwezayî û hevgirtinê jî bê dewlemendkirin.
Festîvalê wê ne tenê fîlmên kurdî bin, belkû berhemên serketî yên sînemaya Tirkiye û cîhanê yên demên dawî wê derkevin pêşberî temaşevanan, wê bi derhênerên navdar re çalakiyên masterclass jî bên lidarxistin.
Di kategoriya bi navê “Perdeya Xeyalên Bêsînor” de wê berhemên xwedî naveroka pedagojîk û perwerdehiyê, bi dublaja Kurdî ji zarokan re bên pêşkêşkirin. Hilbijartinên ku ji aliyê pedagogên pispor û pisporên weşangeriya zarokan ve hatine amadekirin wê bên nîşandan.

Xelat/ Malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
