"Ku Marî Bikûjîn" bi kurmancî derket

"Ku Marî Bikûjîn" bi kurmancî derket

Romana "Ku Marî Bikûjîn" ji nivîsîna nivîskarê mezin ê Kurd ê Bakûrê Kurdistan (Yaşar Kemal) ji aliyê (Dildar Şeko) vê dawiyê ji Tirkî wergerandiye Kurdî û hatiye çap û belav kirin û ketiye ber destê xwendevanan.

Romana Yaşar Kemal a bi navê "Ku Marî Bikujîn" yek ji romanên wî yên herî bi nirxin, ku di sala 1976an de hatiye nivîsandin. Di vê romanê de, Yaşar Kemal pirsgirêkên civakî û siyasî vedibêje û bûyerên romanê li gundekî diqewimin, ku pirskirêk dikeve nava xelkê gund û dibin du parçe û destên derve jî dixwazin ji nakokiyên wan yên ser erd û zeviyan sûd werbigirin da ku axa wan dagir bikin. Yaşar destê ji derve bi xweşikî dişibîne marekî mezin û gava ku mar were kuştin, hêza şer bi dawî dibe.

Çapa yekem a vê romanê bi kurdiya kurmancî û tîpên Latînî dê di sala 2025an de ji hêla Weşanxaneya (Dar Al-Zaman) ve were çapkirin, ku pirtuk ji du cildan û bergekî xweşik ku ji 142 rûpelan pêktê çap kiriye.

 

XELAT/Kurdistanî Nwê