Pirtûka şahidhalên (NECO) bi zimanê Tirkî derket

Pirtûka şahidhalên (NECO) bi zimanê Tirkî derket

Nivîskarê pirtûkê Qadir Buyukkaya di vê derbarê de li ser rupela xwe ya tora civakî nivîsiye, "Ez îro gelek kêfxweşim. Kitêba min ya kû ev çend sale ez benda bûm îro li Swêdê bajêra Stockholmê li weşanxana APEC derket. Ez spasîya dost, heval û heskirîyê xwe dikim kû pêvajoya vê kitêbêda alîkarîyek mezin dan min. Her tişt ji bo bîranîna rûmeta me ya mezin Necmedîn buyukkaya -Neco (şehîd Selah)".

Qadir Buyukkaya ku li welatê Holandayê dijî di beşek din ya nivîsa xwe de gotiye: "Dost, heval û heskirîyên Necmedîn Buyukkaya) bahsa wî kirin.. Neco kî bû ? Ji bo doza gelê xwe çi kir û dixwest çi bike ? Taybetmendîyên wî çi bûn ? Ez di vê bawerî de me kû dê ev kitêb bersîva van pirsîyaran bi temamî bide. Tû şika min nîne kû dê ev kitêb ji bo nasandina Kak (Necmedîn Buyukkaya) rolek girîng bileyîze. Rojên pêş me da ezê derheqê wî kitêbêda agahdarîyên berfireh bidim we".

Ji aliyê xwe ve rojnamevan û şîrovekara siyasî mamosta (Şino Remzî Hîranî) li ser rûpela xwe ya torên civakî nivîsiye ku: (Dema ku tu kedekê ji bo karekî didî û di dawî de berhema xwe dide mirov gelek dilxweş dibî. Eve jî yek ji şanaziyên min in û hertim baweriya min bi min xurtir dibe… eve yek ji wan berhemane ku ev demeke digel birayê xwe yê hêja kek Qadir Buyukkaya ku li Holanda dijî û me bihevre kar li ser pirtûkê kir. Ev pirtûk jiyan û serpêhatiyên şehîdê nemir (Necmedîn Buyukkaya … şehîd Selah)dide nîşandan, min di vê pirtûkê de hêjmarek zêde ji wan çavpêkeftinên ku bi hevalên digel şehîd Neco mane min ji Kurdî (zaravayê Soranî) wergerandine ser zimanê Tirkî ji wan jî (Fûad Masûm, Ednan Muftî) û gelek serkirdeyên din yên YNK`ê,bi dîtina min mirov çi bike nikare di asta jiyan bextkirina şehîdan de be.

(Şino Remzî Hîranî) aşkira jî kir ku biryare di demek nêzîk de wê pirtûkê wergerîne ser zimanê Kurdî zaravayê Soranî..

 

XELAT