Peykerê komkujiya Dêrsimê li Berlînê bi kevirê bajêr hatiye çêkirin

Peykerê komkujiya Dêrsimê li Berlînê bi kevirê bajêr hatiye çêkirin

Di 4ê Gulana 2025an de, bi amadebûna hejmarek wezîr û parlamenterên Hikûmeta Federal a Almanya, siyasetmedar û çalakvanên dîyasporaya Kurd li wî welatî, salvegera 88emîn a komkujiyên Dêrsim û geliyê Zîlanê li Berlînê bi danîna pekerekê hate bîranîn.

Peyker ji du keviran pêk tê ku ji çiyayekî Dêrsimê birine Almanya û li wir ji aliyê peykersazekî pispor ve hatine neqişandin.

Komkujiya Dêrsimê di sala 1937an de ji aliyê rayedarên wê demê yên Tirkiyeyê ve hate kirin û di encamê de rêberê Şoreşa Dêrsimê (Seyîd Riza Dêrsimî), hate îdamkirin û zêdetirî 15 hezar Kurd hatin qirkirin. Ew karesate li geliyê Zîlan li Dêrsimê rûdaye.

XELAT