Semînarek ji bo nasandina pirtûkên Îmad Ehmed

Semînarek ji bo nasandina pirtûkên Îmad Ehmed

Îro roja şemiyê 27/9/2025 li hola kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê, semînarek derbarê nasandina gulbijêrkên pirtûkên nivîskar û têkoşer (Îmad Ehmed) birêve çû.

Di wê semînarê de, xulekek bêdeng li ser rewana pakrewanên kurd û Kurdistanê hate rawestandin û piştre berpirsê borda ragihandinê (Letîf Nêrweyî) û yarîdederê mekteba ragihandin û bîr û hoşyarî (Dr. Karwan Elî) dest bi axiftinên derbarê naveroka pirtûkên nivîskar kirin.

Ji aliyê xwe ve jî, nivîskar û berpirsê mekteba ragihandin û bîr û hoşyarî (Îmad Ehmed) dest bi şirovekirina naverok û armanc û çawaniya destpêkirina nivîsandina pirtûkên xwe û navê wan kesên alîkar û piştevan bûne jî anî ser ziman.

Amaje bi wê yekê jî kir ku çawa ji zarokatiya xwe ve û heya çûna ser çiyayên Kurdistanê û vegera bajaran û heya roja îro bi zelalî anî ser ziman.

Piştre jî her mîvanekî amadebûyî 5 pirtûkên gulbijêrek ên nivîskar ji wan re hatin pêşkêş kirin ku stafa kovara xelatê jî bi taybetî bo merasîmê hatibû vexwendin.

Xelat