Silavên Germ- Omer Şan kilîpek nû weşand

Hunermendê Kurd ê Çiyayê Kurmênc (Omer Şan) kilîpek nû bi navê (Silavên Germ) belav kiriye ku dîmenên wê rasterast li bajarê Silêmaniyê û Helebçe girtine û têde behsa êş û azarên gelê Kurd dike.

Omer Şan, bi girêdan û hezkirina xwe ji hunerê, mûzîkê û stranan re karî tevî hemû zehmetiyan û astengiyan û bi keda xwe dighîje armanca xwe, Omer Şan dibêje ku, mûzîk, tembûr û stran ketine nava rihê min û ez nikarim jê dûrkevim.

Helbestvan û hunermend û derhênerê kurd, Omer Şan ew hunermendê ku bi handana dost û heval û hezkiriyên xwe rêya hunerê digre ber xwe û dibe dengek û stayleke cuda di mûzîk û strana Kurdî de.

Hunermendê kurd Omer Şan bi helbest, deng û tembûr û awazên xwe êş û derdên civaka kurdî û birînên gelê xwe dikewîne û gelek hewl dide bi rêya filîman wê yekê ji cîhanê re bide naskirinê.

Hunermend Omer Şan ji zarokatiya xwe ve di temenê 6-7 saliya xwe de hezkirina xwe ji mûzîkê re peyda dibe û stranên folklorî û gelerî jiber dike û piştî ku hinekî mezin dibe xwe fêrî tembûrê dike û li ser tembûrên dost û hevalên xwe hêdî hêdî xwe fêr dike, çûnkî ji ber jiyana hejarî nedikarî tembûrekê ji xwe re peyda bike.

Bi gotina (Omer Şan) ew ji dayîk bûyê 1977`an li gundê `Xwaziyanê Jorîn` ya ser bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye û piraniya jiyana xwe li bajarê Helebê derbas kiriye û têde mezin bûye û karê terzîtiyê dikir û debara xwe pê dikir.

Di çavpêkeftineke taybet de ligel kovara Xelatê, hunermend Omer Şan dibêje ku, wî gelek hewl dane daku bikare helbest û stranên ku wî bi xwe awazên wê danîne bike kilîp ji bo wê yekê berê xwe da Herêma Kurdistanê û piştre Lubnanê û herî dawiyê gihêtiye welatên Ewropayê.

Omer Şan li Lubnanê xwe fêrî noteya mûzîkê dike û dersên notayê jî li ser Youtubê dide. Her weha derhêneriya çend filman dikir lê "Ji ber qedexyên li welêt min nikarî filmên xwe çê bikim".

Bi gotina Omer Şan gelek proje li pêşiya wî hene di demên pêş de wek kilîp û filmên sînemayê û hewl dide di demên pêş de çêbike.

 XELAT