Bîranîna Akademîsyen KINYAZÊ ÎBRAHÎM MÎRZOYÊV
Bîranîna Akademîsyen KINYAZÊ ÎBRAHÎM MÎRZOYÊV (01.05.1947 - 08.08.2021)
Profêsor, kurdolog, serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê (2003-2021), serokê Federasyona Navneteweyî ya Diasporayên Kurda (2017-2021) Knyazê Îbrahim Mîrzoyêv (Князь Мирзоев) 1ê Gulana 1947an li Ermenîstanê hatîye dinê.
Rojhilatzan, kurdzan, rexnevanê wêjeyê, doktorê zanistên fîlolojîyê, Akademîsyen di Ûnîvêrsîteya Qazaxistanêye Dewletê ya Almatê da serekê navenda zimanên cîhanê bû.
Kinyaz Mîrzoyev demeke dirêj di Ûnîvêrsîteya Dewletê ya Ermenîstanê da, li ser para ziman û wêjeya Azerbaycanê serektî kiriye. Di encama şerê azerî û ermenîyanda, di salên 90î da mala xwe bar kirîye Qazaxistanê, di Ûnîvêrsîteya Abay a Dewletê li Almatê serektîya para Fîlolojîya Rojhilat kiriye û bûye Prorektorê (cigîrê rektor) ûnîvêrsîteyê.
Di bin serektîya K. Mîrzoyev da ji dehan zêdetir kes profesîya fîlolog û zanyarîyê qezenc kirine. Bûye şêwirmendê gelek monografîyên doktorayê. K. Mîrzoyev ku li bajarên weke Parîs, Berlîn, Brûksel û hwd. endamê gelek ûnîvêrsîte û enstîtuyên lêgerîna zanistê ye, li bajarên weke Almatê, Moskva, Sankt-Petersburg, Bakû, Êrîvan, Tîflîs, Parîs, Berlîn, Amsterdam, Brûksêl û Tehranê weke çalak beşdarî konferansên zanistî yên teorîk û praktîk bûye.
- Mîrzoyev endamê Yekîtîya Nivîskarên YKSS (Yekîtîya Komarên Sovêta Sosyalîst), serekê para Azerbaycan a Yekîtîya Ermenîstanê bûye û redaktorîya kovara “Edebî Ermenîstan” kiriye. Di heman demê da K. Mîrzoyev endamê PEN-a Kurde û li Almatê serredaktorîya kovara “Nûbar” dike, ku ev kovar bi kurdî û rûsî tê weşandinê.
- Mîrzoyev di jîyana civakî û sîyasî ya kurdên Sovêta berê û Komara Qazaxistanê da roleke çalak dileyize.
Bûye cîgirê serekê Yekîtîya Giştî Kurdên YKSSyê1991). Ji 28ê îlona 2003an da serektîya “Berbang” - Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê dimeşîne. Ji sala 2002yan va cîgirê serekê Yekîtîya Komeleyên Kurd ên Navneteweyîye (Moskva).
Di 22ê cotmeha 1998an da madalya “Hurmetê” ya Komara Qazaxistanê wergirtîye, ji ber xizmeta xwe ya di hêla civakî û perwerdeyê de.
Di sala 2006an da pirtûka wî ya bi navê “Zimanê kurdî” ku du cîld in û ji bo komên 2-5 û 6-9 hatîye amadekirin, ji alîyê Wezareta Perwerde û Zanistê ya Qazaxistanê va hatibû pesendkirin, weke pirtûka dersê derkete ronahîyê. Wî usa jî sala 2006an “Bername û rêberîya mêtodîkayê ji bo mamosteyê zimanê kurdî” amede kirîye (ji bo dersxanên 2-9-an).
Zimanên weke kurdî, ermenî, tirkî, azerî, rûsî, qazaxî û farsî dizanî bû.
Pirtûkên wî yên girîng:
“Ji dîroka têkilîyên wêje ya Azerbaycan-kurd”. Erîvan, 1975.
“Nivîskarên Azerbaycana Îranê di derheqa kurdan de”. Êrîvan, 1975.
“Wêjeya neteweyî û pevgirêdanên wêjeyê”. Êrîvan, 1985.
“Asoyên wêjeyî”. Êrîvan, 1987.
“Pira dostanîyê”. Bakû, 1989.
“Nîzamî û wêjeya gelên Rojhilat”. Almata, 1995.
“Têkilîyên navbera wêjeyan û pirsgirêkên varisî”. Almaata, 1996.
“Çarenûsa dîroka wêjeya kurd”. Almaata, 1998.
“Kurd. Ansîklopedîya biçûk”. Almaata, 2001.
“Kurd”. Almaata, 2003 /bi Îngilîzî/.
“Wêjeya kurdî/Wêjeya gelên Qazaxistanê”. Almaata, 2004.
“Zimanê kurdî (2 cîld)”. Almaata, 2006.
“Bernameya mêtodîk a zimanê kurdî (Ji bo mamosteyên komên 2-9)”. Almata, 2006.
“Kurd”. Brûksel, 2006 /bi hollandî/.
“Antolojîya dîrok û wêjeya kurd”. Almata. /Bi qazaxî/ (li ber weşanê ye).
Mamoste Knyazê Îbrahîm 8ê Tebaxê 2021a li bajarê Almatî ya Qazaxistanê koça dawî kir.
Ronakbîr û nivîskarê Kurd Dr. Eskerê Boyîk jî weha KINYAZÊ ÎBRAHÎM MÎRZOYÊV bi bîrtîne û dubêje:
Kinyazê me…
Navê hevalê me, rewşenbȋrê Mezin wê timê dilê me da bimȋne.
Ew ji bo jiyanê, hevaltiyê, mirovatiyê, merȋfetê, hizkirinê, xêrxweziyê, rewșenbîryê hatibȗ dinê.
Salê dirêj em ne ku heval lê bira bȗn.
Rewșenbȋriya me, ya Kurdȇn Ermenistanȇ, gișka pir qedirê wȋ zilamê bedew, zane, berbihȇr, welatparȇz zani bȗn, lê hiz dikirin…
Knyaz li ber çavê me, derecȇn zanyariyȇ ra bilind bû û bû stûneke ronakbiriya gelȇ Kurd.
Sala 1990 î, ji ber bȗyarên wan sala, Knyaz malbeta xwe va desguhestȋ Qazaxistanȇ, bajarȇ Almatȇ bû, ez jî hatim wȋ bajarȋ…
Gelek bȋranȋnȇn xweș ji wan sala bȋra min da mane.
Profȇsor Knyazȇ Ȋbrahȋm li wur civakeke bi tifaq, saxlem, rewșenbȋr, welatparȇz dora xwe ava kir, xebatȇn kurdewarȋye hȇja kiein. Civakê, bi serȇ wȋ, wê Komara sovȇta berȇ da qedir û hurmeta mezin dest anî.
Berê rewşenbȋriya Kurd ya welêt ji Yêrêvanê hate guhestin berbi Almatayê…
Civaka Knyaz jî, ji pey pêşȋkêşê xwe ra , weke dilê wȋ yê mezin mêvanhiz, merivhiz û zane, navê wȋ bilind girtin, ji xwera kirin sȋvol …
Serfirazȋ wan ra jȋ.
Navê mêrê çê êla wȋ didê.
Navê rewşenbȋrê mezin wê timê dilê hevalên wȋ, gelê wȋ ȗ welatê wȋ da bimȋne.
Prof. Dr. nivîskar û Kurdnasê navdar ê Kurd Celîlê Celîl Kinyazê Îbrahîm bi bîr tîne:
Biraza û cîgirê serokê komela yekîtiya Kurdên Qzaxistanê Rafîk Mîrzoyêv jî weha pê xwe bi bîr tîne:
JI BONA BÎRANÎNA APÊ MIN MAQÛL - KINYAZÊ ÎBRAHÎM MÎRZOYÊV.
Îro temam bû 4 sal ku apê min, yek ji mezinên gelê me yê Kinyazê Îbrahîm koça dawî kirîye. Erê Apê min maqûl ew 4 sale tu ne di nava meda yî. Cîhê te hertim tê kivṣê. Axaftin û ṣîretê te, alîkarî rêbertîya te, ken û fenê te, germaya dilê te têra me nake. Ew karê te pîroz yê ku te çend sala dimeṣand, em îro berdewam dikin. Bira ruhê te ṣad be, em ji bona gel û miletê xwe dixebitin. Min çawa soz daye te ez usa jî li ser gilîyê xwe me û hetanî ez jîyan dikim jî ez ê kar û xebata ji bona parastin û pêjdaçûna gel berdewam bikim. Raste, jîyana me berdewam e, lê dîsa jî bê te emirê me çetine. Çûyîna te ya ji emir di dilê meda birîneke mezin çêkir. Û mixabin, ew birîna wext çiqasî diçe, ewqasî jî kûr dibe û qet nayê hevdu. Rehma Xwedê li te be, cîhê te cinnet be Maqûlê gelê xwe!



XELAT
