Celebên zeyt an donên Rewikî (Nebatî)
Nivîskar û Wergêr: Muhemed Şerîf Cilînî
Ew ji du beşan pêk tê:
1- Beşek têrkirî ye:
Ew celebên hevgiritî ne di pila germahiya odê de, jê re tê gotin don an rûn, ji ber dewlemendin bi tirşiyên donî têrkirîne bi Heydrocênê ve (Heydrogen), kom dibin di xwînê de, û dibin sedema nexweşiyên dil, hişkbûna damarên xwînê, arînîya movikan, nexweşiyên behîvokên gewriyê, hem jî dibin sedema xexweşiyên penceşêrê (Kansêr).
2- beşek ne têrkiriî ye:
Dabeşî du beşan dibin, beşek dewlemende bi tirşiyên donî ne, bi yek girêdaneke kîmyayî ne têre bi heydrocênê ve (yên bê bandorin li ser kolestrola xwînê), mîna: zeytên zeytûnan, baqilên (Fisteq) Sûdanê, û beşek dewlemende bi tirşiyên donî netêr, xwedan çend girêdanên kîmyayî ne têrkirî ne bi heydrocênê ve , mîna zeyta Garis, dendikên berberoj, Nokên Soya, dendikên Pembo, dikarin kêm bikin asta kolestrola di xwînê de, hem jî dibin alîkar ji bo herifandina trişiyên donî ên têr, ku kom bûne di damarên xwînê de.
Eve ne çend celebên zeytên şînahî (zeytên Nebatî), bi firehê têne bi karanîn, ji bo amdekirina xwarinan:
1- Rûnê şînahî (Nebatî)
Ew celebeke ji zeyta heydrocên kirî ye, nîv hevgirtî, ji encama pêvekirina heydrocên bi pêvendên ne têr ve, di pileke germahiyê bilind, di bin pestîna bilind ya heydrocînê, bi alîkariya toza meedenê Nîkil, ev rûn dibe sedema kom bûna kolestrolê di damarên xwînê de.
2- Zeyta Giwîza
Ev zeyt be tirişiyên xweyî donî ên ne têr, sûdê dide ji bo kêmkirina asta donên sêyekî (Triglyceride), û alîkariya parastina dil û damaran dike. Her weha jî, xwedanê antî-oxidantan e, mîna tirşiya Ȋlaçîkê, yê alîkare ji bo weremên penceşêrê (kansêrê) mezin ne bin, û ewê herî baş be, ev zeyt neyê bi karanîn, ji bo qewirandin an sokirina xwarinan.
3- Zeyta Kunciyan
Ew zeyteke xwedî bihneke tûj û bihêze, tê de vîtamînên (B û E) hene, magnesium, sifir û hesibek kalcium).), ew ji tenên kunciyên sorkirî an qewirandî tê derxistin, rengê zeytê qehweyî ye, herweha jî celebekî din bi rengê sipî, ji kunciyên ne sorkirî tê derxistin, lê ne başe ji bo tenduristiyê.
4- Zeyta zeytûnan
Ew dostê yekem û kevnare ê tenduristiya me ye, tê de hey tirşiyên donî yek girêbend û ne têr, alîkariyê didin ji bo kolesterolê kêm bikin û dil jî biparêzin, û bi sûde ye ji bo derman kirina kansêra roviya qalîn, ew zeyta ku ji guviştina zeytûnan yekem de tê derxistin, bêyî ku zeytûn germ bibin, û bi trişyeke (asîd) kêm û mezeke xweş, tê pêşniyar kirin ku ew bi sarî bête xwarin, da ku sûdê jê bigirin, nemaze ji antî-oxidantên tê de.
5- Zeyta mêwa Avokado(Avocado)
Ev zeyt herî nûjentrîn zeyte di bazarê de, dewlemende bi tirşiyên donî ne têr yek girêbend, yên kolesterolê kêm dikin, û di heman demê de jî dewlemend bi antioxidantên û Vitaminên (A, B). Û hem jî dewlemende, bi vîtamînê (D) de jî, ji bo hestiyên bi kêrhatî ye.
6- Zeyta dendikên Tirî
Ew xwedan bîhneke sivik û nerm, tê bi karanîn ji bo qewirandin û sorkirinê, ji ber ku pileya şewata vê zeytê bikinde, yek ji wan sûdmendiyên herî girîng ewe ku alîkariyê dide bilind kirina asta kolesterola sûdmend, ku di encamê de alîkar dike ji bo pak kirina damarên xwînê ji donê kom bûyî.
7- Zeyta dendikên pembo
Di vê zeytê de asteke bilind, ji tirşiyên donî ne têr û anti-oxidantan hene, ev zeyt xwedan tameke cûda ye û be bi çave, her weha jî ragerer dijî pilyên germahiyên bê ku bê şewitandin, lewma ew zeyta herî bi kêrhatî ye ji qewirandin û sorkirina xwarinan, û tê de heye vîtamînê (H) yê dijberî kalbûnê, hem jî asta kolestrolê dadixe.
8- Zeyta dendikên berberojan
Yek ji celebên herî navdar ên zeytên şînahî yên ku ji bo çêkirin û amadekirina xwarinan ve tê bi karanîn, ev zeyt ji komika zeytên netêrkirî ye, ji ber ku ew di nav de astak bilind ji tirşiya Olyeîk û Lînoleyîk heye, hem jî antioxidant, û vîtamînên (A, B, D, H).
9- Zeyta Soya
Ew zeyta ku ji nokên Soy tê derxistin, yek ji zeytên serke ne li seranserî cîhanê, dewlemend bi tirşiyên donî ne têr û antioxdantan, wekî sterola û tokoferolan û her weha vîtamînan de (A, B1, B2, D, K), ew ji bo laş bi sûde ye, dijî hişkbûna damaran, û kombûna kplestrola bêsûde.
Tê pêşbînîkirin ku ewê bi sûde tir be, bi sarî bê bi karanîn.
XELAT