Dûrî Efrînê ...
Hunermend: Bilind Îbrahîm
Dûrî Efrînê ...
Stêrka Ciwanê mirovperwer û hunermend rijîya
Barê welatekî li têlên tenbûra xwe kiribû
Dengê êşê bû Ciwan;
Ewên ku li ber bahoza penaberîyê ji hev belawela bûbûn
Ew ruhên ku li ser rêya çûnû nehatinê tarûmar bûbûn
Bi dengê Ciwanî dibûn rist û helbest, dibûn stran
Ku êş û azaran da ser pişta hev
Û ocaxa hêvîyan kor bû
Wê çaxê barê xewnan ji çîyayan girantir dibe
Jîyan dibe bêdengîyeka kor û dilsoj
Kêlîyeka çift û bêoxir bû
Têra xwe tehl û dijwar bû
Kêlîya ku Ciwanî tikûtenê ji vê dinyaya gewrik xatir xwest
Serbilindim ku Rojekê ji rojan min gotinên te li ser Efrîna te sitrand.
Giyanê te şad bit
Ev kilîp Hunermend Bilind Îbrahîm pêşkêşî nemir hunermend Ciwan Hesen dike
Xelat
