Çîroka Bav û Faro
Bav: Faro lawo hema tu jî weke vê xelkê here kelpîçan ji xwe re bibire û bifiroşe herî tu bê karî.
Faro serê sibihê radibe, bêrê kefçî qalib û kayê dike erebokê û berê xwe dide çêm, li wir dimîne heta êvarê paşê vedigere malê.
Bav dipirse: Kurê min çend Kelpîç te birîn.?
Faro: Min ne hijmartin yabo, hîn terin...!
Sê roj dibihurin her bersiva Faro ew bû: Min ne hijmartin yabo hîn terin...!
Roja çaran bav radibe diçe cem Faro, pa çi dibînê ku herî di qêlib de ziwa bûye, û Faro ji hil û mil alî xelkê kelpîçan dibire.
Bav gazî dike: Kuro Faro çima ji xwe re tu nabirî...?
Faro: Yabo jinên xelkê hemû alî wan dikin, qey jina min heye ku alî min bike hêêê...
Spas M.Rifat Hacî
Ji rûpela Cemal Dêrgulî
XELAT