Kurtiyek ji dîroka Êzdiyên Kurdistana Bakûr -yan Dîroka wunda

Kurtiyek ji dîroka Êzdiyên Kurdistana Bakûr -yan Dîroka wunda

Rêça êzdiyatiyê çawa li temamya Kurdistanê, wusa jî Bakûrê welêt da ji kûranya dewrana tê. Bi dewr zemana dagerkirên olî û civakî bi șûr û agir, bi qelandin, talankirin hatin Kurdistanê. Bûyarên dîrokî nîșan didin ku berê șûrê wan berbi bawaryên kurdistanî yê kevnar bûn. Dewran pey hev bihurîn, zulm û xezebê domand, serê xelkê șûștin, bira kirin neyarê birê lê bingeha bawarya ezdiyatiyê wusa kûr û xezayî bû, ku ji qewata wan der bû ezdayetyê tune bikin.Xûn weke çem kișya lê ezdiyatî wek heykelekî xezayî, di nava „dîndijminatya“ xezeb da ma.

Dewrana Osmaniyê da zulm û xezeba dagerkiryê zortir û xezebtir bû. Dîroka wê sazîmanê dîroka bêqanûniyê, komkujiyan, șer û dewê navxuyî bû. Ji siyasiya wêya hovane teva bêtir Êzdî bûne qurban. Ji ferman û komkujyên li serê Êzdiyan, bawarkî sedî heyștê dewra Osmaniyê da pêk hatin. Êzdî him ji alyê dewleta sultan, him alyê ola deshilatdar, him ji alyê axa, beg û serokeșîrên kurdên musulman va dihatine qirê.Komkujî pey komkujyan çê dibûn. Êzdiyên ku ji wan komkujyan xilaz dibûn cî-war, milk û malê xwe dihîștin, direvyan cîkî din, yên diman jî ji tirsê bawarya xwe diguhestin. Payê wan komkujyan bêdeng diman, bîranîn jî ji wan nediman. Eger mirov dîroka êl û eșîran kurdên Bakûr lêkolîn bike, e’se rastî bingeheke êzdatiyê tê. Kengê wan bawarî guhestine? Çima? çawa bûye kes nizane. Tișt nehatiye nivîsar. Tiștê ku wek bîranîn nava xelkê da mane ew jî demêra hatine bîrkirin.

Bi rastî dîrokeke wunda, ya nava xûnê û komkujiya da pêçayî pișt Êzdya va maye.

Sedsala 17-18 da Serhed hê destê Êzdiya da bû. heremên Xalta, Torê, Cizîrê, Wêranșeherê, Heskîfê û gelek heremên din gund û warên Êzdiya bûn.

Şerê Rûs-Îranêyê salên 1826,1828 an û Rûs- Tirka yê 1828,1829 û yên pey ra mora xwe liser dîroka Êzdiya hîștin. Pareke êzdiyên Serhede, ku ji zulm û olperestya Osmanyê xilaz bibin derbasî weletê Rûs bûn.

Ji pey șerê cihanê yê ewlin ra, çawa Kurdistan bi temamî, wûsa jî Êzdîxane nava çar dewleta da hate parkirin. Serhed ji Êzdiya vala bû. Ji pey demezirandina cihmûriyatê ra ji bo kurdan dest bi pêvajoya hebûn-nebûnê bû. Êzdî di nav Kurdên musulman da ducare bindest, bêmaf û halê zordariêa da bûn. Dema derheqa helaqetiyên di nav Kurden musulman û êzdî da tê ziman, tenê zulm û zordarî, hev temûlnekirin, bêbawarî tê bîranîn.

Heta salên heftêyî jî,li Bakûrê Kurdistanê Êzdiyan dest ji cî û werên xwe li Torê, Sêrtê-Merdînê, Wêranşeherê, gundên nêzîkî Amedê bernedabûn, çiqas jî zor-zemetî hebûn axa kal bava hemêz kiribûn, mabûn. Hesavê wan digihîşte 30-40 hezarî.

Di salên heftêyî da derê êwropayê vebû, rev li êzdyên Bakûr ket, berê wek karkir, paşê wek penaber ji “hebsa” weletê xwe kișyan Ewropayê. Payê pirê li Almanyayê cî bûn.

Niha, ji 30-40 hezarî dibe 400-450 evd (ew jî hîmlî kal- pîr) gundada mabin, başe. Gund xalî bê evd bûne. Di sebebên reva Êzdiyên raste hinek motîvên aborî hebûn, lê hîmlî ji zordarî, bêqanûnya dewletê, bêtemûlî û dîndijminetya civaka kurd e olperest revyan. Dewletê, ji neheqyan der-doran ne ku Êzdî nediparastin lê her tişt dikir ku helaqetyan û cudatya bawaryê navbera wanda aloztir bike. Êzdîtî li Bakûr tê tunekirin, tê bêjî li wur ne jîyane, ne jî hebûne… Zyaret, cîyên wane pîroz jî nemane…

Heta niha tiştek maye ewe, evd zêndî direvin, mirî vedigerin…

Bi vê konfêransê meremê me ew e, ku karibin wê dîroka wunda hevekî ji nav kelefê dewrana derxin, bîranînên evdê zêndî belge bikin xweyîkin, ji wundabûnê xilaz bikin. Nivșên pêșîrojê ra belgehan bihêlin ku li ser wî erdî wedekî êzdî jiyan e.

Dr. Eskere Boyik

Serokê Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê

**************

Kurtejiyana Eskerê Boyîk

Eskerê Boyîk, 31ê tebaxa sala 1941ê, li gundekî Kurdên Êzdî yȇ navça Ermenistanê ya Axbaranê: Qundesazê (niha Rîya Teze li herêma Aragasotinê) malbeteke êzdî da hatîye dinê.

Piştî tamkirina dibistanên gundê xwe û gundê cînar Elegezê ewî xwendina xwe înstîtûta Malhebûna Gundîtîyê ya bajarê Yêrevanê da berdewam kirye û sala 1966 bi qîmetên here bilind dewî anîye.

Sala 1974a da zanîngeha zanyariyê ya Êkononîka (aboriya) Malhebûna Gundîtiyê da têza doktorîyê parastîye, navê doktorê aborîyê stemdiye. Heta sala 1993 wek serokê pareke wê zanȋngehȇ xebitiye. Tevî karê zaniyariyê ew wusa jî gelek sala Zankoya Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtiyê da dersê rêvabirina (serkarîkirina) malhebûnên gundîtîyê daye xwendevana. Di warê zaniyarîya aborîya Ermenistanê da xudanê gelek xebatên zanyarîyê ye.

Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovêtê, sala 1993’an dest ji kar û barê xwe berdide, ji Ermenistanê dertê, diçe Komara Qazaxistanê bajarê Almatê. 3 salan wî bajarî da dimîne. Li Almatayê tevî çend hevalan kovara KURD (NÛBAR) diweşȋne. Bi alîkarî û rêdaktorîya wî pirtûka Ezîzê Zîyo „Kurdên Qazaxistanê“ hatîye weşendin. Pașê tê Ewropayê. Li Almanîyayê bi cî dibe. Li wur jî hetanî roja îroyîn karê xwe yê nivîskariyê, zanyariyê, civaknasiyê dimeşîne lê êdî bi temamî di warê wêje, çand, dîroka kurdî û ȇzdȋnasiyȇ da.

Eskerê Boyîk xudanȇ gelek berevokȇ helbest, ҫȋrok, roman, xebatȇn edebyerzaniyȇ, dȋrokȋyȇ, ȇzdȋnasyȇ ye. Nivȋsarȇ wȋ xȇncȋ kurdȋ wusa jȋ bi zimanȇn ermenȋ, rûsȋ, tirkȋ, almanȋ, danîmarkî hatine weșandin.

Helbestên wî yên yekemîn ji salȇa 1960 ȋ ser rûpelên rojnema Riya Teze û bi radyoya Yȇrȇvanȇ bi zimanê kurdî hatin weşandin. Sala 1966a berevoka helbestên wî ya ewlin bi navê "Şiverê" li Yêrêvanê hate weşendinê, sala 1975a berevoka helbesta ya duda "Kulîlkên Çîya" hate weşandin. Vê berevokȇ helbestvan ra  nav û deng anȋ, ew wek helbestvanekȋ hizkirȋ çawa li nav xwendevanê kurd yên Ermenistanê  wusa jî ji sînorê wê der welatȇ kurda da hate naskirin. Berevok, ji dervayî sînorê Ermenistanê bi orgînala xwe kurdî û bi wergera zimanê tirkî li Ȋstenbolȇ û Bonȇ hate weşandin.

Eskerê Boyîk ji sala 1984’an va, endemê Yekîtiya Niviskarên Sovyêtê ye, endemê Yekîtiya Nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qazaxistanê, endemekî PENa Kurd e. Ew devedevî 25 salan sekreterê beşa nivîskarên kurd a Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê bûye. Ew ji sala 1999’an ve serokê Komîteya Rewșenbîrî ya Mala Ȇzdiyan a bajarê Oldenbûrgê ye. Wî di sala 2012’an de di Mala Ȇzdiyan de Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê damezirandiye.

Mala êzdiyan a ya bajarê Oldenbûrgê, ku bû navendeke rewşenbîriyê, kurdzaniyê û êzdîzaniyê, keda Dr. Eskerê Boyîk di wî warî de pir e. Bi berpirsyarî, însiyatîv û tevlîbûna wî salê bi dehan semîner, konferans û çalakiyên civakî û zanyarî tên lidarxistin. Dîsa li Mala êzdiyan malperên “Dengê êzdiyan” û “Êzdînas “ tên weșendin. Weşena “Dengê êzdiyan” bi dehan pirtûk bi hazirkirin,  berpirsyarî û rdaktorya wî hatine weşandin û niha jî kovara ÊZDÎNAS diweșîne.

Ji alyê Civata Kurdên ewropayê va (sala 2023) hêjayî xelata edebyetî ya Ehmedê Xanî û ji aliyê Yekîtiya nivîskarên Kurdên Sîryayê va xalata helbestvan Qadrî Can bûye (2023).

Heta niha ev berhemên nivȋskar hatin e weșandin:     

 Şiverê, helbest, 1966 – Yêrevan, 30 rûpel (Krîlî)

  1. Kulȋlkên çȋya, helbest, 1975 – Yêrevan, 62 rûpel (Krîlî)
  2. Kulȋlkên çȋya, helbest, 1979 – Stenbol, 150 rûpel (Kurdî-Tirkî)
  3. Sinco keça xwe dide mêr, şano, 1980 – Yêrevan (Krîlî)
  4. Mem û Zȋn, şano, 1989 – Stokoholm, 80 rûpel
  5. Tȋrênc , (di berevoka BAHAR de), helbest,– Yêrevan, 78 rû (Krîlî)
  6. Kûlȋlkên çȋya, helbest, capa duda,1990 – Stenbol, 150 rûpel (Kurdî-Tirkî)
  7. Li çȋya, kurteçîrok, Yêrevan, 1991; 220 rûpel (Krîlî)
  8. Duaya serê sibê, helbest, Roja Nû, 1997, 79 rûpel
  9. Oda çȋrokan, helbestên zarokan, Roja nû, 1997. 70 rûpel
  10. Kulȋlkên birȋndar, helbest, Stokholm, 1998, 285 rûpel
  11. Govenda Herfan, helbestên zarokan, Stokholm, 2002, 60 rûpel
  12. Çîrokên oda me; kurteçîrok, weşenên Afîş Medîa, 2004, 139 rûpel
  13. Nûra Elegezê; edebiyatzanî, Dengê êzdiyan, Oldenburg, 2004, 112 rûpel.
  14. Xezeba Xwedê, roman, beşa ewlin, weşena Deng, 2004, 425 rûpel
  15. Êzdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên reş, dîrok; Dengê êzdiyan, Oldenbûrg, 2006; 288 rûpel
  16. Xezeb; roman; beşa duduyan, Weşenên Deng, 2008; 327 rûpel
  17. Ez kilameke melûl im, helbest, Weşenên Deng, 2009; 168 rûpel.
  18. Nûra Elegezê, bi tîpên erebî, Duhok 2011
  19. Bahoz, roman, Avesta 2011, 108 rûpel
  20. Çanda kurdên Sovyetê, lêkolîn, bîranîn, Weşenê DENG, 2012, 560 rûpel
  21. Tolhildan. Berevoka kurteçȋrokan, Weşenên NA 2015, 235 rûpel,
  22. Bi kurtayî dîroka Êzdîyên Ermenistanê, Weşanên J&J, 2015, Amed

24 BAHOZ, roman wegera rûsî, Sant-Pêtêrsbûrg, 2018, 160 rûpel.

  1. Çanda kurdên Sovyetê,(çapa duda) lêkolîn, bîranîn, 2019, 598 rûpel
  2. Evîna Qedexe, roman, weșena NAS, Istambol, 2019, 218

27.Deftera Kurdekȋ Penaber, roman, weșena Sersera. Berlîn 2020

  1. Mirovê Bê Derd, Ҫîrok, Weșena Sersera, Bêrlîn 2020
  2. Bahar, romanok , Weșena Sersera, Bêrlîn 2020
  3. Ji weșena MORÎ bo zaroka, du pirtûkȇ biҫûk, Pȋrȇ û Rovî û Mîrmorîk. Istembol 2020
  4. Ȇzdî û bawariya wan. Lêkolîn, Êzdînasî, Weșanȇn Sȋtab, 2021
  5. Cegerxwin. Evdalê Zeynikê. Edebyetzanî, Weṣenên Na. Îzmîr, 2022, Weṣenên Na. Îzmîr, 2022
  6. Êzdîxana min, helbest. Weṣenên Na. Îzmîr, 2022
  7. Berxudana Êla Xalta, Mîrzikê Zaza, dîrol, Weṣenên Na. Îzmîr, 2022
  8. Dewrana min, helbest, weṣana tîr-verlag, 2022
  9. Sinco keҫa xwe dide mêr, Şano, Weṣanên DOZ, 2023

Bi rêdaktorî û berpirsyarya wî ev bevevok hatine weșendin:

  1. Şêx Fexirê Adîyan, fîlodof û xasê ola Êzdiyatiyê, Weșenên Dengê Êzdiyan, Oldenburg, 2009
  2. Mêrxasên Êzdîyan /Yezidische Helden/; wergera ji kurmancî bi zimanê Almanî Chaukeddîn Issa, Weșenên Dengê Êzidîyan, oldenburg 2011
  3. Çejnên Êzîdîyan, Weșenên Dengê Êzidîyan, oldenburg 2013, ji alyê Wezîreta Ewqaf û karûbarên ayînî Rêvabirîya giștî ya karûbarên Êzîdîyan va hatîye çapkirin, Kurdistan Hewlêr 2013
  4. Şîxadî; Weșenên Dengê Êzidîyan, oldenburg 2016

 Komȇdȋya SINCO KEҪA XWE DIDE MÊR ji salên 1980 heta 1990 Têatroya Elegezê ya Kurdî û Têatroya bajarê Tlbîsê ya Kurdî da tim hatine listin. Sala 1995 a  Înstîtûta Kurdî ya Parîzê ew bicûrê vîdoyê weșandȋye u belav kirye.

Pêşnivîsara romana Hecîyê Cindî HEWARÎ- Weşena Roja nu- 1999

                   Pirtûka Wezîrê Eşo-   Parîyê Berdamayî- Hewlêr 2008

                   Ahmed Camlîbêl- Evdalê Zeynikê   -Deng

                  H.Cindî, E.Evdal-Zargotina Kurmanca- Avêsta 2008

  1. Ûsiv. Berevoka Berhema-3   - Yêrêvan 2009

Lêkolȋnên berfire:

              - Fêrîkê Ûsiv 75 (Jîyan û kar)-  Rojnema RÎYA TEZE- Yêrêvan   2009;

              - Şekroyê Xudo (Jîyan û kar)- RÎYA TEZE- Yêrêvan 2010

              - Ezdîtî bawarîya heqîyê, remê û xwedênasîyêyê- Peyama Kurd- 2005 N 8-10;

 Gelek salan tevȋ nivîskar Karlênê ÇAÇANÎ, berpirsȋyarȋ almanaxa efrandinên nivîskarên  kurd yê Ermenistanê: BAHAR  kirye.

03.08.2023

Oldênbûrg/ Almaniya

 Sekoya Kurmacî