Dersên Kurdîtîyê…

Dersên Kurdîtîyê…

Nivîskar: İkram Oguz

Dersên kurdîtîyê di pirtûka Celîlê Celîl da cîh digrin.

Navê pirtûkê „Çima Deve Xeyîdî” ye.

Pirtûk ji 21 Çîrokên kin û kurt, pêk tê, ku ji wan çîrikan yek jî „Çima Deve Xeyîdî ye û navê xwe daye pirtûkê.

Di her çîrokekî da dersek ji dersen kurdayetîyê cîh digre, ku Celîlê Celîl jî ji wan wek dersên kurdîtîyê bi nav dike…

Ders, dersên civakî ne.

Hinek li ser qencî û xirabîyê, hinek li ser heqî û neheqîyê, hinek jî li ser xîret û xebatê ne.

Celîlê Celîl ji bo wan dersan, di pêşgotina pirtûkê da wiha dibêje; „Çima ‚Dersên Kurdîtîyê‘ û ne ‚Kurdî‘… Gava hûn vê pirtûkê bixwînin, hûn ê xwebixwe serwext bibin çima… De hûn dizanin, wekî naskirina qencî û xirabîya dinyayê, rindî û nerindîya dorberê, xwehisîn û xwenaskirin, parastin û doza gelî, mirov bi xwendinê dest tîne. Xwendin jî li Kurdistanê tenê di medreseyan da bûye. Medrese jî her dibistanên olî bûne. Xwendin li van dibistanan bi zimanê Erebî, ango bi zimanê Quranê bûye.

(…) Dibistanên Kurdîtîyê, li gundan ode bûne, li zozanan konê xanedanan, ocaxên mirovên nandar û mêvandar bûne. Li odeyan, li bin konan êvar êvar cimaat civîyaye, dengbêjan straye, cîrokvanan çîrok û çîvanokên xwe gotine, xort û ahil guh dane wan û dersên xwe ji wan gotinan girtine…“

Ev çîrok ya jî bi gotina Celîlê Celîl dersên ku di van çîrokan da cîh digrin, ji bo her kurdek gotinên ne xerîb in.

Bi taybetî kurdên ku li gundan mezin bûne û jîyane, ev çîrokên ku tê da dersên kurdîtîyê cîh digrin, bi dehan caran ji dê û bavê xwe ya jî ji mezinên xwe bihîstine.

Lêbelê Celîlê Celîl di vê xebata xwe ya giranbuha da ew gotinên xas û zêrîn bi vegotineke zelal derdixe pêş û wan wek dersên kurdîtîyê bi nav dike.

Herwiha bi ked û xebateke pîroz wan di vê pîrtûkê da pêşkêşî kurdan dike, ku ew ji wan dersên kurditîyê hayîdar bibin û sûd bigrin.

Gotineke pêşîyan e…

„Eşa can davêje ziman!”

Ev dersên kurdîtîyê, ku di vê pirtûkê da cîh digrin jî, êş û jana civaka kurd e.

Ew êş di deng û awazên dengbêjan da bûye stran…

Di vegotinên çîrokvanan xemilîye û bûye çîrok…

Bi dewlemendîya zargotina kurdî va heta roja îro hatîye û winda nebûye.

Ez di vê nivîsê da dixwazim tenê qala sê çîrokan bikim, ku ew jî:

“Biratîya Gur û Her Sê Gayan”

„Çima Deve Xeyîdî“

„Aqilê Jina Dêlû Paşa“

***

Biratîya Gur û Her Sê Gayan

Di daristaneke kûr û mezin da sê ga dijîn. Ji wan yek reş, yek boz, yek jî belek e. Her sê ga jî ji ber nîr û barê giran revîyane û di nav daristaneke mezin da bi cîh bûne. Bi hev ra çêrîyane û ti mineta kesî nekişandine. Ji tifaq û tevgera wan terewîlkên derdorê jî nêzikî wan nebûne.

Rojek ji rojan gureke birçî û belengaz, bi hêsir û girî nêzikî wan dibe û daxwaza biratîyê li wan dike. Ew li halê gur dinihêrin, guneyên wan bi gur tê û daxwaza gur dipejirînin û bi pê ra dibin bira.

Gur di destpêkê da gor tewna biratîyê tevdigere û cîhê xwe germ dike. Roj tê bi fêl û fêlbazîya xwe nêzikî gayê boz û beleg dibe, pesnê wan dide û di derbarê gayê reş ta gotinên xirab dike û dibêje; „Ez carna xwebixwe difikirim, gelo van gayên belek û boz çi başi li ba gayê reş dîtine, ku bûne hevalên wî? Heyfa we nîne, hûn pê ra hevaltîyê dikin? Hema çiqas mêş û moz hene, tên ser wî datînin…“

Gur bi fêl û fêlbazî tifaqa hersê gayan xirab dike û berê gayê reş, dû ra gayê belek dixwe. Dema ku dor tê gayê boz, gayê boz têdigihîje ku gur dê wî jî bixwe. Bi xemgînî li gur dinihêre û ji hale xwe ra dibêje; „Guro, ez dizanim tu yê min bixwî. Min wê rojê xwelî li serê xwe kir, gava gayên reş û belek ji pişta xwe rakirin…“

Di dawîya vê çîrokê da Celîlê Celîl dibêje, „Dîwaro, ez ji te ra dibêjim, tu ji kê ra?“

Ez jî dibêjim ev dersek ji dersa bêtifaqîyê ye…

Ga Kurd, Gur jî ya Tirk ya Ecem ya jî Ereb e…

***

Çima Deve Xeyîdî

Ev çîroka Xemoyê tucar û deve ya wî ye. Xemo ji deve ya xwe pir hez dike, ku deve bi salan xizmetkar û xêr û berekata mala wî bûye.

Roj tê dema ku Xemo deve ya xwe tîmar dike, dinihêre ku ronahîya çavê wî êdî kêm bûye, ji quwet da ketîye. Xemo li alîkî va tîmar dike, li alîkî va jî dibêje, “ji Xwedê va eyan e, min çiqas ji te hez dikir. Kalbûn û pîrbûn ne di destê me da ne, di destê Rebê jorîn da ne. Gunehê min çi heye, tu gerek min bibaxşînî.“

Deve hinek bêdeng dimîne, dû ra ji bo barê ku Xemo lê kirîye, carinan tî û birçî hîştîye hinek gilî û gazinên xwe jê dike. Berê xwe dide Xemo û jê ra dibêje, „ne ji bo bargiranî û westandinê, nê jî ji bo tî û birçîhîştinê ez ji te nexeyîdîm. Lê tenê sedem tiştek ji te xeyîdîm û ji bo wê yekê jî te nabexşînim, ku ew jî, her cara ku te bar li min dikir û berê min dida rêya dûr, te hefsarê min dibir bi qûşa kerê va girê dida. Ker serkêşê min bû. Ez wê rezîlîyê nikarim ji bîr bikim. Ev xem e, ku ti caran ji dilê min dernayê. Loma te nabexşînim…“

Ev jî dersek ji dersa bêaqiltîyê ye…

Serkêşê merîya ker be, barê merîya ti car kêm nabe û her diçe zêde dibe…

***

Aqilê Jina Dêlû Paşa

Di dema Osmanîyan da paşayek li bajarê Wanê hebûye û navê wî Delû Hesen bûye. Dem tê Axa û Begên Kurd bi hêz dibin û rûmetê nadin paşa. Paş ji rewşê eciz dibe, le tişta ku bike jî nîne.

Di dîwana xwe da bi tena serê xwe dimîne, xemgîn dibê û bi wê xemgînîyê berê xwe dide malê. Jina wî ji malbateke mezin û bi jineka bi aqil bûye. Xemgînîya paşa bala jinikê dikişîne. Jinik ji paşa sedema xemgînîya wî dipirse, paşa jî jina xwe ra qala rewşa xwe dike û dibêje; „Berê nav û dengê min hebû, hemû serokeşîrên Kurdan di bin gura min da bûn. Min çi bigota, gotina min qebûl dikirin. Niha qedrê min li nav Kurdan şikestîye, kes nayê ba min û dîwana min vala maye.“

Jinik dikene û dibêje; „hema derdê te ev e, xem neke dermanê wê jî heye.“

Gor pêşnîyara jina xwe Delû Hesen Paşa telelên xwe dişîne ba serokeşîrên kurdan, ku ew werin dîwana wî û ji wan ra gotineke ferz bike. Carek du car, sê car tu kes qîmê xwe bi banga paşa nayne. Cara çaran hinek serokeşîr, ji bo meraqa ku ew gotina paşa ji wan ra bibêje, bibihîzin, diçin li diwana paşa rûdinên.

Paşa jî dice dîwanê û li ser kursîyê xwe yê bilind rûdinê. Li alî çepê dinihêre, hemû kurdên bi kum û koloz, li dora kolozên wan şar û şemaqî, ji xwe razî û li ser doşekên qutnî rûniştine. Çawa ku jina wî jê ra gotibe, ew li wan dinihêre û dibêje, “Hûn destê min ê çepê ne.”

Dû ra Delû Paşa dizivire alîyê rastê, li wî alî jî hemû kurdên simêlpalik, bi şal û şepikên xwe yên kesk û xençerên li pişta xwe, rûniştine. Li wan jî dinihêre û dibêje, “hûn jî destê min ê rastê ne.”

Çawa ku jina wî ew temî kiriyê, radibe ji dîwanê derdikeve û berê xwe dide alî male.

Bi çûyîna paşa ra Kurdên ku di dîwanê da bi tena serê xwe dimînin, gotinên ku paşa ji wan ra gotîye, şirove dikin. Axa û begên li alîyê çepê dibêjin; “Welahî paşa qimeteke zêde da me, ku ji me ra got hûn destê min ê çepê ne. Jiber ku dil nêzikî destê çepê ye…”

Yên alîyê rastê jî gotin, “Ma kî nizane, ku qîmeta destê rastê li hemberî destê çepê zêdetir e. Ji ber vê jî paşa qimeta zêde da me û ji me ra got, hûn destê min ê rastê ne…”

Ji wê rojê şûnda ji axayên kurdan her yek xwe bêtir nêzikî Delû Hesen Paşa dibîne… Hesen Paşa jî careke din hikmê xwe li ser wan zêde dike û li kêfa xwe dinihêre…

Ev ders jî dersa nezanînê ye.

Mixabin, em Kurd nezan in û loma her gav û her dem bi gotinên neyarên xwe dixapin…

Bi xwendina vê pirtûkê ra, min ji 21 dersên kurdîtîyê qasî para xwe sûd wergirt û ji wan sê heb jî bi we ra parva kir…

Yên mayîn jî, hûn ji kerema xwe ra vê pirtûkê bikirin, çîrokên kin û kurt bixwînin, piştî xwendina her çîrokê jî çavê xwe bigrin û di dilê xwe bêdeng bifikirin.

Ders çi bû, ji bo kî û kê bû?

Dû ra, gor dilê xwe navek bibînin û lê bikin…

***

Pirtûk: Çima Deve Xeyîdî

Nivîskar: Prof. Dr. Celîlê Celîl

Weşanxane: Wardoz

Çapa Duyem: Sibat 2018

05.06.2024

ikramoguz@navkurd.net

XELAT