DI ÇANDA KURDÎ DE NAVÊ”JIN”Ê

DI ÇANDA KURDÎ DE NAVÊ”JIN”Ê
Nivîskar: Zeynelabidin Zinar
Hevala me ya Facebookê CIHAN TURŞAK, pirseke bi nezaket li ser navê JINê bo min hinartiye: ”Pirseke min ji we heye.Dema ku zilamek qala hevsera/hevjina xwe dike dibê zarûkê me.Ev gotin ya jinê biçûk dibîne an na?Ev gotin çiqas rast e?”
Nemir Ehmedê Xanî di Nûbihara Biçûkan de kurdiya li pêşber erebî JIN Û MÊR gotiye.
Peyva ”jin”ê ew e ku bi şû ye, ya ”mêr” jî ew e ku bi jin e.
Gotineke Pêşiyên me jî weha heye: JIN Û MÊR TEVR Û BÊR.
Di kurdî de dema hin pyvên dijber bi hev re têne gotin, li ser vê yekê jî JIN Û MÊR e. Wekî din weke MAST Û DIMS, NAN Û DEW, KEÇ Û KUR û gwd.
Çendî ku em bêjin MÊR Û JIN jî, tê fêmkirin, lê belê ev hawe ne li gor qalibê çanda kurdî ye.
Gotina ”hevser” û ”hevjîn”ê ne kurdî ne, di van salên dawî de derketine holê û dema Kurd li dinyayê belavbûne, li wan welatan keçik ji xwe re bi dest xistine û bi tercûmeya zimanên wan welata gotine ”hevser” û ”hevjîn”. Ev herdu peyv hatine gehane Kurdistanê jî û weke Zimanê Turkmancî niha jî têne bikaranîn.
Di kurdî de navê jina bi mêr û navê mêrê bi jin heye, lê mixbin ew jî hatine jibîrkirin û niha nayên bikaranîn. Mêr ji bo jina xwe dibêje MALXWEYA MIN û jin ji bo mêrê xwe dibêje MALXWEYÊ MIN.
Ji vê jî zêdetir, kesên dî ji bo jina filankeso dibêjin HEREMa ELO, PÎREKa ELO, KIFLETÊ ELO û hwd.
(Mesela, dema bavê min meletî dikir û li gelek deveran digeriya, kesî ji bo diya min nedigot JINA SEYDA. Her kesî digot, KIFLETÊ SEYDA, HEREMA SEYDA, yan jî PÎREKA SEYDA.
Lê gelek car Kurd ji bo jina xwe bi tenê jî dibêjin ZARÛKÊ ME, KUFLETÊ ME. Amac ji vê gotinê, ne forma pirane ye, ne piçûkxistin e, bi vajiyê wê dana rûmeteke zêde ye ji bo jinê.
Herweha ji bo jin û zarûkên xwe jî, ZARÛKÊN ME tê gotin.
Li dinyayê çu milet weke ku Kurd rûmet didin jinan, kes nade û nedaye. Lê mixabin di Sedsala Nozdeh û Bîstî de, çi ji ber zextên siyasî bin û çi jî ji ber zextên olî bin, rûmeta jina Kurd xistine binê nigan.
Min çend can li ser rûmeta jina Kurd nivîs weşandine û ez bi xwe jî dîdevan im ku dema li hin deveran şerê zilaman dest pê dibû, jin diketin navbera wan û qîr dida. Her zilamek weke ku derbek li serê bêvila wî ketibe, xwe ji şer vedikişand.
Di rastiyê de pir şerm e ku mêr bêje JINA MIN û jin bêje MÊRÊ MIN.
Di Çanda Kurdî de gotina rast û rewa weha ye:
Navê mêr û yê jinê herdu jî MALXWE ye.
Jin ji bo mêrê xwe dibêje MALXWEYÊ MIN û mêr jî ji bo jina xwe dibêje MALXWEYA MIN.
Hêvîdar im ku giringî bête dayîn bo peyv û bêjeyên wisa, her şad bin…
Gundê Çirçirkê 09/ 09/ 2018
Jêder: Ji lapera nivîskar ya Facebokê
Sekoya Kurmancî