Ez çûme Lalișa Nûranî

Ez çûme Lalișa Nûranî

Nivîskar: Dr. Eskerê Boyîk

Rojhilata Navîn daristana Ziyaret, Mizgevt, Dêr, Camîya U parêzgehên kevinar e. Lalișa me yek ji wan e. Lalișa me cuda ye. Lalișeke din li ser erdê nîne… Lalișa me derê mala Xwedê ye li erdê. Lalișa me dîrok e, sond û due’a ya Ȇzdiyan ya hezaran sala ne. Dîroka bi hezaran sala ne.

Efsana mêtolojî ya kevnar dibêje berê, bi dewrana berê, dema li ser dinîyayê hê tu ol tune bûne, evd bi bawarîya xweye zelal bûne, cara ewlin li vî erdê pîroz, li vî gelîyê buhuștê e’vd çok daye e’rdê, destê xwe hevraz, berbi esmên kirîye û bang daye: “Ya Yêzdan”, “ Ya Xweda ê jorîn” vî erdî, vî gelîyê delal ji me ra biparêze”.

Û ew evd, ewê ev peyva pîroz berî teva gotîye, bang kirye, pêșîyê êzdiya, ezdaya bûye.

Wî e’vdî berî hemîyan bi bawarî banga xwe gîhandîye Xwedayê xweyî Mezin. Xwedayê jorîn jî, dengê wî bihîstîye, jêrê nihêrîye, bi rehm kenyaye, kerem kirîye:  “Eva heq ware”…Û li wî warî, wî gelîyê Buhușt da, wî e’vdî û hoza wî ra, ji nûra xwe Laliș ava kirîye…Lalișa bi nûra Xwedê, Lalișa nûranî.

Wî e’vdî jî hoza xwe nav kirye Ezdayî: Ezdan perest, Xwedêparast… Û berî hemîyan, ji wê demê heta niha “Xwedayê bê șirîk û bê heval “ ji hoza xwera kirye Xwedan, bawarî, hebandin, sond, due’a…

Û di wê demê da Laliș Nûranî Dergê Mala Xwedê ye li wî warê pîroz.

Ez diçûm e wî warî...

Wê demê, Lalișa Nûranî da mêrasîmên Eyda Ȇzdiyan ya hera mezin, Cemaya Șîxadî dihate pîrozkirin. Ji her alyê cihanê bawarmend, dîplomat, rojnemevan, oldarên olê cuda, tûrîst hilșiya bûne wê devera Kurdistanê… Digotin sirya ereba berbi Ziyaretê ewqas dirêj e ku çend seheta gerekê bendê bin ku bigihîjine ziyaretê. Çûyîna min ya Herêma Kurdistanê rojên derbaskirina eydê bûn.

Li cem Ȇzdiyan, sal despêka xwe heta dewyê bi rojiyan, eyd-erefatan, rojên kivșe pîroz, cimayan dagertî ye, lê dema wan mêrasîman wusan xezayî hatiye dabeșkirin ku dema tu yekê nakeve ya din. Eydên Ȇzdiyan payê pirê derva, nava suruștê da bi kêf û șayê têne derbaskirin. Lê hinek eyd tek li nava Lalişa Nûranî, li ser wê axa pîroz têne derbaskirin. Ji wan ya here girîng Cemaya Şîxadî ye. Ev eyda Ȇzdîyan ya here mezin û pîroz e, kirasguherȋna Şîxadî va girêdayî ye. Hezar salî zêdetir e, ev eyda, li ser vê axê bi duea û dirozgê kurmancî tê derbaskirin. Cihanê da, mînakê wa bawarkî dijwer, cîkî din hebin, ku gelek, nava dîndijminatiya hișk, dijwer, dewlet û bawariyên neyar û komkujyan da, karibe hezar salî dest ji rê û rismê eyda xwe bernede û bîranîna sîmvola bawariya xwe ji jiyana xwe jortir biparêze.

Mêrasîmên eydê 6 ê meha Cotmêhê da dest pê dibin û heft rojan dom dikin. Bi mêrasîm, şayî û çalakîyên olî, xêr-xêrata û rê-resmên civakî va eyd dagirtî ye. Ew dema heca Ȇzdîyan e.

Wan roja bi hezaran evdên Êzdî tevî vê eydê dibin. Borcê her evdekî Ȇzdî yê xweyî mecal e, di wê eydê da Lalişa Nûranî zîyaret bike, xêrê bide û tevî rê-rismên cejnê bibe. Eger dûr, li welatan dijîn, mecalên rê, ewlekaeyê, aboriyê yên hatin-çûyînê têrê nakin ev borc ser wan ferz nîne.

Heta sala 1990 î Ȇzdiyên Sovêtê ra tu mecalê hatin-çûyîna Lalișê tune bûn. Evdê wî welatî ra hatin-çûyîn ji welêt der bawarkî qedexye bû. Dewletê destûr nedida. Ji pey hilweșîna deshilatdariya wê dewletê ra Ȇzdiyên wur ra jî rê vebû.

Lalisa Nûranî Zîyaret-parêzgeha Êzdîyan ya netewî e. Ew ji bo hemû Ȇzdîyan warê herî pîroz e. Cihanê da degme evdekî Ȇzdî hebe ku navê Lalişa Nûranî nizanibe ȗ wê xwera wek werekî pîroz nebîne.

Tê bîra min, gundiyê me șevên zivistanê yê dirêj oda da rûdiniștin û derheqa Ziyareta xwe Lalișê, micêwirîyê ber wê da tiștê pîroze ecêb gilî dikirin, bawarkî sed-dusid sal bû ne wan, ne jî kal-bavên wan ziyareta xwe nedîtibûn, bi xiyal û çîrokên xiyalî ew pîrozayî ketibû nava ruhê wan…

Ȋro wz diçim wur Lalișa Nûranî, ezê li ber wan tevan va îro kevirên Lalișê ramûsim û due’a bikim ji bo Ȇzdîxana birîndar.

Peyva Laliş ji du hevokan pêk tê „Lal“ ȗ“hiş”. Zanê zimanê kevnar yê mêzopotamî ȗ kurmancî dibêjin ew peyv kurmancȋ ye: yanê “cîye pîroz”. Boy wê jî kurmancî da dema dibêjin “Laliş” ese peyva “nȗranî “ zêde dikin.

Qewlbêj, a’limê bawarîya Ȇzdȋyatîyê bi cȗrê çîrokekê (hinek

çavkanîyê kevnar ji) dibêjin ku Laliș demekê dikeve destê

xirîstȋyanan, dikine dêr. Heta hatina Şîxadî Laliş destê xirîstȋyanan da bȗye. Dema Şîxadî hatîye gelîyê Lalişê, wan xirîstîyanan bawarîya xwe bi k‘irîyameta Şîxadî anine ȗ dîsa Lalish vegerandin e “xwedyê wêye berê ”. Eger mirov rind guh bide çîrokê, wurda tê gotin ” Xwedyê Lalişê vegerîyaye”. Wusane berî xirîstȋyanan ew parêzgeha ezdayan, şemsanîyan bȗye, xirîstȋyana ji wana standȋye.

Lalișa me da, bi hezara sala her tișt kurmancî ye, resen e, zimanê kal bavê min e. Axaftin, duea-dirozgeh, qewl û beyt, erf-edet, sema, def-șibab, cil… Heta kevir jî kurmancî diaxivin… Find û çira kurmancî ronayê didin…

Bi dewr û zemana, der doran, him ji derva va û hundur va xwestine kurmanciyê tune bikin, îro jî wusan e… Heta Lalișa me heye kurmanciya meyê hebe, namire…

Lalișa Nûranî dikeve nava qeza Şêxan li Başûrê Kurdistanê. Ji bajarê Dihokê 53 km dûre. Ew merkeza dîn: cîyê bawarî û heca êzdîyan e. Zyaret geliyê Lalişê da ne.

Geliyê Lalişê da her gir, newal, kevir, dar, kol navê wan, çîrok û pîrozaya wan heye: wek Çîyayê Erefatê, Çîyayê Mişrogîya, Çîyayê Hizretê, Gelîyê Qewala, Çîyayê Mişetê, Guhora Xetî Pisî, Xana Êzî, Pira Selatê, Kanîya Sipî, Zimzim, Rezê Zeytûnê, Şikefta axa Berata, Şikefta Stûna Miraza, Şikefta Çilxane, Silavgeh û cîyên pîroze din. Li nav wê xeza pîroz da Zîyareta Lalişa Nûranîye.

Lalişa Nûranî wek dêr û mizgevtên olên din bi zêr –zîv, sûret –heykel û xemilên giranbiha, mermer xemilandî nîne. Ew ji xeza, suruşta der-dorê xwe cuda nabe. Girîngî û pîrozaya wê hema di nav wê paqijayî, suruşîtbûn û sadebûna wêda ne.

Geliyê Lalişê bi ziyaret, ciyê xweye pîroz, derbaskirina eyd-erefatên xwexwetyê, cîyê ebûbetê, dueaya û dirozgan, hilkirina find û çiran wek perçekî buhuştîyî pîroz e li ser cihanê.

Zîyaret kevnar e, gelîkî bi hêșnayê pêçayî, delal ȗ rehet da ava

bȗye. Gêlî da mirov bê hemdê xwe tê bêjî dikeve nava rehetîke xîyalî.

Gorî mêtolojîya Ȇzdîyan dema efrandina cihanê Laliş hatîye ser erdê. Gelîyê Lalişê baxçê buhuştê bȗye. Berê ew li esmên bȗye, paşê peyayî ser erdê bȗye.

Yên diçin Lalişê zîyaretî bibin gerekê pêxas bikevin parêzgehê lê serqot nîbin.

Bi ereba birakî pir bi qedir Huseyn êz û pîreka xwe, rojekê eyda cimayê, sibê zû em çûne Lalișa Nûranî. Me qirar kir temamya rojê ziyaretê da derbas bikim, nava șikeft û ciyê pîrozaya bigerim, micêwira bibînim, bi wan ra biaxivim. Me derê ziyaretê yê kevnar ramûsa û lingê xwe avîte hundur. Me Tûafa xwe kir, bi ava kanya Sipî ya pîroz mor bûn, beșdarî hinek rê-rismên pêwîst bûn, bi rêberiya komek micêwiran nava Ziyaretê geryan, destê Bavê Șêx, Șêx Xeto ramûsa, hêjayî dueaya wî evdê pîroz bûn, rastî micêwiryê ber ziyaretê hatin, demeke xweș bi Bavê Çawûș ra derbas kir, me tev wî oldarê naskirî, oda wî da çay vexwer. Roja ziyaretbûna min Lalișê wek bawîșkeke kin derbas bû…Teyê bigota min tișt nedîtiye…Min texmîn kir ji min ra du-sê heftê pêwîst in ku ez bikaribim pirî hindikî Ziyaretê bibînim, nas bikim  li nav Ziyaretê, gelî, hersê çiyayê dorê, dewsa rêça xas û babçekan, silavgehan, ber quban, darstana dorê, nava darên zeytûnê, ciyê çira û findan bigerim … Lê minra li hev nehat… Tenê demeke kin, rojek ji min ra bû qismet… Min ew xwestina xwe „pașê“ ra hîșt…

 „Pașê“ jî dest evdan nîne…

Min Gelek tișt nîvcî ji bo „pașê“ hîșt û vegeryan.

-Ji bo pirsgirêka Șengalê çûbûm, çûyîna Șengalê min ra li hev nehat, rayedaran pakî guh nedane gazinên min…

-Min dixwest kevirên ser gorên Cangoryê gundê Koҫo ramûsa …

-Min dixwest kulîlk danya ser mexberê Mele Mistefa Barzanî, ew jî minra li hev nehat…

- Hê zarotiyê da xwewna min bû dîtina bajarê Silêmaniyê, Gelyê Elî Begê, Helepçê…

Ew jî man… Gelo ezê karibim wan xwestina jî cî bînim?

2019

XELAT