Gulbihar, Gula Dengbêjiya Kurdî

Gulbihar, Gula Dengbêjiya Kurdî

Gulbihar an jî bi nasnavê xwe yê fermî (Fatima Mihemed Ehmed Elî), hunermendeke kurd e ku di sala 1929an de li gundê Mar Şem'on ê ku bi ser bajarê Colemêrgê ve ye hatiye dinyayê. Malbata wê bi xwe ji gundê Qolçnasê bû ku bi ser bajarkê Amêdiyê ye. Gulbiharê di salên 1960an de dest bi stranbêjiyê kir.

Hunermendên beriya wê, ji Meryem Xan û Dayikî Cemal bigire heya Nesrîn Şêrwan, Fewziye Mihemed, Gulîzar, Elmas Xan, Nazdar û Esmer Ferhad, tevan folklor digotin û kêm kes ji jinên kurd hebûn ku strana nû bêjin. Gulbihar bi stîleke nû û muzîkek nûjentir ket ser vê riya dijwar. Riya ku ew her tim bi “jiyana xwelîserî û tijî êş û elem” bi nav dike.

Gulbiharê ji sala 1949’an dest bi xebata xwe ya hunerî kir, piştî karê şanoyê Gulbihar ket nava cîhana sînemayê û di sê filmên erebî de rol lîst. Gulbihar di nava rewşenbîr û hunermendên kurd de dihat naskirin, çimkî wê qet kurdbûna xwe înkar nedikir.Heta salên 1960’an Gulbihar nehatibû nava civaka hunermendên kurd. Dema ku hatin û çûyîna radyoya kurdî li Bexdayê dikir, xweşa dengê wê ji aliyê çend hunermendên kurd ve hat kifşkirin. Ji sala 1962’yan êdî stranek wê her tim ji radyoyê dihat guhdarîkirin: (Kurê gunda bejindarê Heyzeran) û strana (lawê mino kifşo di nav lawan).

Gulbiharê ji gelek hozanvanên Kurd stran çêkirine, bo nimûne: Ji hozanên (Dr. Ebdulbaqî Mayî "Destê xwe bîne ey heval....da serkevîn bi çîn silal" sala 1970 kirye stran.

Stranên Gulbiharê ku nêzî 300 in, xwedî mesajeke civakî ne ku tev şîret in, şîretên dayikan e ji zarokan re, şiyarbûna dê û bavan li ser torekirina zarokan, bedewiya sirûşta Kurdistanê û carinan jî berhemên folklorîk ku bi dengê wê û hunermendên mêr hatine tomarkirin: Zembîlfiroş bi Îsa Berwarî re, Ez keçim Keça Kurdanim bi Semîr Zaxoyî re, Xalxalukê bi Tehsîn Teha re û hwd.

Stîla Gulbiharê li gorî wan salan tiştekî nû bû û ji nifşên piştî wê re bû xwendingehek bêmirin. Heta roja îro jî gelek keçên kurd stranên wê dibêjin.

Gulbihar piştî salên dûr û dirêj ji Bexdayê vegerî Dihokê û ji aliyê neteweya xwe ve rastî qedir û siyaneteke mezin hat. Jê re festîvalên qedirgirtinê pêkanîn û jiyaneke nû jê re amade kirin. Ew jî bi hezar hêviyan li benda wê rojê ye ku keçên kurd zêdetir bikevin ser riya wan û ger dengê wan xweş e, xwe veneşêrin. Her wiha her tim dibêje: “Ez niha dizanim ku kevir li cihê xwe giran e.”

Gulbihar di sala 2007 bi mebesta wergirtina çareseriya nexweşiya xwe carek din diçe Bexda, lê belê wê care êdî venegeriya, piştî ku celteya dil lê dide felc dibe. Di nexweşxaneyekî bajarê Bexdadê di 23/2/2010`an koça dawî dike.

Foto: Gulbihar digel Eyaz Yûsif û Erdewan Zaxoyî

Jêder/ Wîkîpediya

XELAT