Hejmara Efrîniyên li Efrînê bûye 75 ji sedî
Piştî vegera koçberên Efrînî ji derva bo nava Efrînê, niha %75 xelkên Efrînê li gundwar û bajarokên xwe ne.
Piştî rûxandina rêjîma berê a baes, şepêla duyemîn a koçberiya Efrîniyan dest pê kir. Di encama wê koçberiyê de, hejmarek ji wan kurdan şehîd û jiyanên xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar û bi dîl ketine destên wan çeteyên êrişker û hejmarek jî xwe derbasî bo nava Efrînê kirin.
Li gorî agahiyên nav Efrînê ku ji wê demê û vir ve, hejmareke gele mezin ji zêdetirî 5 hezar malbatên koçber ên Efrînî vegeriyane bo Efrînê û her çiqas zor û zehmete û erebên ku malên wan dagîrkirine dernakevin û daxwaza 2-3 hezar dolaran ji wan dikin, lê dîsan dest ji mal û milkên xwe bernadin û vedigerin.
Ev yek bi taybetî piştî sardana serokê Sûriye Ehmed Şerih ji Efrînê soza vegerandina koçberiyên Efrînî li derva. Wek amaje pê hatiye kirin ku ev mijar ji aliyê Ehmed Şerih û General Mezlûm Ebdî ve hatibû gotûbêjkirin û lihevkirinbûn.
Xelat
