Hişmendîya Çêkirî (ARTIFICIAL INTELLIGENCE -AI-)

Hişmendîya Çêkirî (ARTIFICIAL INTELLIGENCE -AI-)

Nivîsîn: Shahîn Bekir Soreklî 

Va demek e mirov di weşanên giştî de rastî van herdu peyvên înglizî “ARTIFICIAL INTELLIGENCE” dihêt. Gelo mirov bo Kurmancî çi navî lê bike? Min bi xwe navê “Hişmendîya Çêkirî” (HÇ) wek navekî guncav jê re dît.

Hinek alî pesna HÇ didin û weha bawer in ew ê bo pêşvexistina mirovan gellekî sûdmend be.  Lê alîne din wê wek tehlûkeyeke mezin bo siberoja mirovan dibînin û dibêjin tehlûkeya wê bo siberojê ji ya çekên atomî bêtir e. Pêş çend rojan kesayetiya navdar Elon Musk pirseke weha pirsî bû: Gelo pêşveçûn û berfirebûna bikarhanîna Hişmendîya Çandî dê kengê bi tevahî şûna mirovan bigire û dawiya wan wîne?

Ji nuha ve vê teknolojiya ku zanîna li holê û pêkanînên înternêtî bi kar dihîne bi gellek awayan di kar de ye û rojane baştir û bezatir dibe. Kesek nizane ew ê ji vir û çend salên din şûna çend milyon kesên din bigire. Yanê trên dê bi xwe bi rê ve biçin, firrok dê bêyî pîlot bifirrin, şofêr dê bo hinek otomobîlan ne pêwîst bin, pêdivî bi dergevanan û hinek mamosteyan û gellek kesên din namîne …

Va demek e dema miov li welatên pêşkevtî telefone dezgeheke dewletê, nexweşxaneyeke mezin, yan bankekê dike, bo nimûne, dengê bersîvê dide nema yê kesên zindî ye. Kompiyûter bi te re diaxafe û dikare bersîva pirraniya pirsên te bide. Di otomobîlên nû de, mirov dikare bi deng ji otomobîla xwe bixwaze ku wî bibe filan navnîşanê, yan filan dezgeha radyo jê re bibijêre. Mirov dikare bi rêya mobîlfona xwe ji dûr ve çirayên mala xwe vêxe û vemirîne, yan hindir û derveyê mala xwe tehqîb bike, pêş gihîştina xwe hindir malê germ yan hênik bike,… Di hindir malê de Alêksa xizmdertkara te ya elektroinî ye, dikarî jê bixwazî bila çiraya filan odeyê vêxe yan vemirîne, bila filan stranê ji te re bide ser, bila filan jimara telefonê ji te re lêxe …

HÇ di warê pijîşkî de jî rolên mezin dileyize û bi derbasbûna demê re dê ne tenê şûna hinek pijîşkan bigire, lê ji wan çêtir jî bibe. Kêşeyên yê nexweş dê têkevin bernameyeke înternêtî û ew bername dê di nav çend xulekan de tê derxe ka nexweşîya wî çi ye û ka baştirîn rêya çareserkirinê çi ye. Ji bo firrokan û çekan jî HÇ va demewke di kar de ye, bo bikarhanîna firrokên bêpîlot (dronan) bo nimûne. Bikarhanîna vê teknolojîyê bo çekên şer û mebestên din dê bi demê re berfirehtir û kûrtir bibe.

Tehlûkeya herî mezin ji wê encamê dihêt ku bi pêşveçûn û berfiehbûna bikarhanîna HÇ re  mirov wek kes grîngîya xwe wenda dike. Teknolojîya robotî û înternêtî dikeve şûna mirovan, karê bi milyonan kes ji dest wan digire û wan karan baştir, arzanrtir û zûtir dike. Lê tehlûkeya din ev e: Di dema ku Hişmendîya Çêkirî li hinek welatan bi gavên mezin ber bi pêş diçêye de, li pirraniya welatên cîhanê heta bi navê wê be di zimanên wan de tuneye.

  22/06/2023

 Sekoya Kurmancî