Serdana pêşangeha xwela 7’mîn a navnetewî ya pirtûkan
Duh roja çarşemê 8-10-2025an, stafa Xelata Kurmancan sardana pêşengeha xwela 7mîn a navnetewî ya Pirtûkan li Silêmaniyê kir.
Di heştemîn roja pêşangeha pirtûkan de, şanda Xelata Kurmancan sardana pêşangehê kir ku di nav wan de, cihên wek weşanxaneya Bîrûhoşyarî û ragihandina YNKê û weşanxaneya saziya serok Celal Talebanî û weşanxaneya Stîv û weşanxaneya Şilêr û Weşanxaneya Saziya Zimanê Kurdî (Mezopotamya) û çendîn cihên din hat kirin. Di wê serdanê de hêjmarek pirtûkên bi nirx ên nivîskar û helbestvan û zimanvanan yên Kurî bi zaravayê kurmancî hatin wergirtin. Her weha Çepke kitêbî YNK`ê hêjmarek fpirtûk wek diyarî pêşkêşî stafa Xelatê kir.
Hêjayî gotinê ye stafa Xelatê ji her yek li sernûserê Xelatê Hozan Efrînî û cîgirê wî Dawûd Çîçek û pêşkêşkar Roşîn Serêkanî pêkhatibûn.






Wêne; Rojda Serêkanî
Xelat
